Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malpera Fîlterban li derheq înternet li Îranê raporek belav kir

11:58 - 9 Gulan 2024

Malpera Fîlterban li raporeke nû de daye zanîn ku lewazî û qutbûna Înternet li Îranê bi sedema zêdenekirina bi zanebûn a panatiya banda derveyî ye.

Pêka rapora “Fîlterban”, armanca rêjîma îslamiya Îranê bo zêdetirnekirina panatiya banda derveyî, neçarkirina bikarhênerên Înternetê bo bikaranîna bandên navxweyî ye ku hevdem çêkirina astengiyan bo fîlterşikênan e.

Pêka gotina endamekî komîsiyona aborî ya meclîsa rêjîmê, %90 a bikarhênerên Înternetê, mifahê ji fîlterşikênan werdigrin. înterneta Îranê ji welatên wek Îraq, Efxanistan û Pakistanê gelek xirabtir e.

Berê jî “Encumena Ticareta Elektronîk a Têhranê” belav kiribû ku li navbera 100 welatên cîhanê yên ku zêdetirîn berhemnanîna netevav a netewî hene, Îran piştî Miyanmarê, li warê înrirnêtê de zêdetirîn alozî heye , piştî Çînê zêdetirîn astengî li înternet li asta cîhanê li Îranê de heye û Îran yek ji 5 welatên cîhanê ye ku întêrnêta kêm suret li cîhanê de hene.

Herwisa vê encumenê daye zanîn ku pirsgirêka bingehîn a înternet li Îranê, aloziyên berfireh ên berdewam li ser tevahiya “IP û malperan” e.