Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê şer digel Hemasê nesekinand

12:17 - 9 Gulan 2024

Li halekê de ku cehdên sekinandina şerê Îsraîl û Hemasê berdewam in, Îsraîlê mercên vê agirbestê qebûl nekirine û hemasê jî ragihandiye ku amade nîne ti nermiyeke din bo Îsraîlê ji xwe nîşan bide.

Li hlekê de ku bajarê Refehê ji aliyê zirêpûşên Artêşa Îsraîl ve hatiye dorpêçkirin û çona xlkê medenî bo devera “Xan Yûnis” berdewam e, Îsraîlê biryar daye heta dawîanîn bi Hemasê şer nesekinîne û mercên pêşniyarkirî ji aliyê Hemasê bo sekinandina şer ji aliyê îsraîlê ve jî hatiye redkirin.

Li vê derheqê de endamekî rêberiya milîsên Hemasê yê bi navê “Izzet El-Rişiq” ku li Qeterê de ye, ragihandiye ku êdî em ti nermiyeke din bo sekinandina şer li hember Îsraîlê, ji xwe nîşan nadin û em ti poaneke din nadin Îsraîlê û îdia kir ku Îsraîl ji danûstandinan wek perdepoş bo êrîşkirin bo ser Refehê bi kar tîne.

Li pirojaye nû ya Îsraîlê de bo Xezê, Îsraîlê biryar daye ku piştî dawîanîn bi Hemasê li 3 qonaxan de mafê xwebirêveberiyê bide Felestîniyan û wan tevlî Peymana Îbrahîm bike.