Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li êrîşeke dironî ya Tirkiyê, Du welatiyên xelkê Mihabadê hatine kuştin.

11:47 - 2 Gulan 2024

Du welatiyên Kurd ên bi navên Ehmed Heyderî kurê Mihemed û Resûl Yûnisî yê kurê Mihemed xelkê bajarê Mihabadê, bi sedema êrîşa dironî ya Tirkiyê li sînorê navbera Îran û Îraqê canê xwe ji dest dan.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê, ev du welatî li roja 10ê Banemera 1403 a Rojî, bi mebesta komkirina giyayên biharî serdana bilindahiyên Şino û herêma Kurdistanê kirine û li vir kefvine ber êrîşa dironî ya Hikûmeta Tirkiyê.

Piştî peydakirina termê wan du welatiyan hatiye dîtin ku giyayên biharî yên komkirî bal wan hebûne, termê wan bo bajarê Şino yê hatine veguhastin.