Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

22 sale cihê vale yê wergêrî navdarê Kurd her xuya ye

18:17 - 3 Tebax 2019

Kurdistanmedia: 22 sal berî niha di rojekî wiha de, wergêrî navdarê Kurd, bo hertimî malavayî li dinyaya nivîsîn û wergêraniyî kir û pênûsa wî her maye.

Neveke xuya û dîrokekî zêrîn li dîroka navdarên Kurdî li warê nivîsîn û wergêran, “Mihemed Îmamî Qazî”, naskirî bi “Mihemed Qazî”, 22 sal berî niha û di sala 1376`an de, di temenê 84 salî de, bi hertimî pênûsa xwe bo hogirên wêjeyiyê spart û malavayî li dinyaya nivîsîn û jiyana pir berhema xwe kir û bû bi cawdan di dîrokê de.

“MIhemed Qazî” 12`ê Gelawêja 1292 (3`ê Tebaxa 1913`an), li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bû.

Navbirî ji aliyê mamostayekî Mokriyanî ve hînê zimanê Firansayî bibû, û piştre bo xwindinê rû li bajarê Tahranê kir, û piraniya jiyana xwe di wî bajarî de derbas kir.

Navbirî piştî ku rastî nesaxiya şêrpenceya gewrî hat, bû çareseriyê rû li welatê Almaniya kir.

“Mihemed Qazî” di warê nivîsîn û wergêranî û herwisa nivîsîna helbest de kar dikir û xwedê pênûseke bihêz bû.

Li binavûbangtirîn berhemên wî, dikarin amaje bi romana “Don Kîşote” bikin, ku xelata baştirîn wergêra salên 1336 û 1337 `an vergirt.

“Mihemed Qazî” xwedê 64 berhemên wergêrî ku, li sala 1319 û 1373`an hatibûne çapkirin, û herwisa xwedê 3 berheman li nivîsîna xwe ye.

“Mihemed Qazî” li sala 1376`an di temenê 84 salî de, li nexweşxaneya “Îran Mêhir”, li bajarê Tahranê koça dawiyê kir û piştre termê navbirî li nav girseya wî û li goristana “Budax Sultan”, bi axê hate spartin.