Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

25`ê Gelawêjê, Bazneyek bihêz û felsefeyek netewî

12:07 - 5 Tebax 2018

Mecîd Heqî

Yasaya duyem ya Niyoton dibêje ku buhaya guhartina bizavan, girêdanek rasterast bi hêza guhartinê ve heye. Wate asta guhartinan girêdayî xurtiya hêzan ve ye.

Avabûna Hizba Demokrat ya Kurdistanê di 25ê Gelawêja 1945`an de wekî nuqteguhartineke mezin li dîroka netewa Kurd de tê dîtin ku, xwediyê wan her sê taybetmendiyan e, ku di yasaya duyemîn a Niyoton de hatiye. Bi vê wateyê ku damezrandina hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di serdemekê de ku civaka Kurdistanî bi hegerên nebûna rêkxistinê, û hebûna rêberiya eşîrî û herêmî nekaribû bingehên avedankirina neteweyek modern û xwedî sazî ava bike, li paremayîna sîstematîk de dijiya, ew yek bû hegera despêka hêza guhartinê di demek kurt de.

Xala duyemîn, Komara Kurdistanê li Rojhelata Kurdistanê de wek yekeyek siyasî ya modern û xwedî sazî bi armancên mirovî karî hevbedniyek civakî di navbera tex û qatên civakê pêk bîne, û Komara Kurdistanê bibe serekaniya nirx û buhayên yekgirtiye civakî û netewî.

Xala din, Komara Kurdistanê di bi fermîkirina zimanê Kurdî wek zimanê xwendin û nivîsandinê de, bûye sedema çandina bingehên nasnameya netewî ya Kurd ku heya îro jî dom dike.

Bandora avabûna PDKÎ, bihêzbûna hesta xwebaweriyê, pêkhatina çanda rêberiya bikom û kolektîv, bilindbûna hesta netewî a hevbeş di nav hemû tex û qatên civakî û hesta kûre tenahiya hebûna Komara Kurdistanê bû.

Herweha damezrandina PDKÎ di dirêjdem de bû bingehek bo modernkirina pirsa Kurd, xwe rojevkirin li gor rewşa siyasî û aboriya jîngeha siyasî ya Kurdan û bi vî awayî jî parastina netewa Kurd li hember siyasetên helandin û jinavbirina Kurdan de.

Hesta netewî û xwedî derketin ji bingehên netewî, piroseyek demdirêj e ku ji roja avakirina PDK Îranê ve heya îro dom dike. PDKÎ di dema damezrandina xwe de, bû hêzek xwedîhelwest li dijî faşîzmê, û bingehek bo demokrasî û toleransa civakî.

Ew xalguhertina han, bû hegera damezirandina dezgehên perwerdekirin û pêşveçûna nasnameya netewî li Kurdistanê, ku bandora wê heya îro jî tê xuyakirin. Herwek pêvajoya damezrandina PDKÎ û xebata piştî wê jî heya astekê dikare civakê pêşve bibe. Lewma bo her bizavek siyasî û netewî hewce ye ku xwe nûjen û digel şert û mercên civakî, siyasî û stratêjîk yên herêma jiyana xwe de, xwe biguncîne. Çûnkî her qonax û nifşek ji civakê hewce bi despêk, stratejî û pilanek nû ji bo nûjenkirin û bihêzkirina xebata netewî heya gihîştin bi armancên bingehîn heye.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê piştî çend deh sal ji xebata siyasî û netewî ya xwe, li Newroza 2716`an a kurdî de, rûpelek nû ji xebatê hilda, û bi fermî pêşengtiya qonaxa nû ya vê xebata netewî li jêr navê “RASANA ROJHILAT”, anku ji nûve rabûnê girte stûyê xwe. Bingeh û felsefeya “Rasan”ê digel bingehên destpêka xebata PDKÎ li roja 25`ê Gelawêja 1945`an de tewawkarê hevûdin e. Jiber ku ji aliyekî ve bi derbazbûna nêzîk bi 40 salan ji hatine ser kar a rejîma Îslamî ya Îranê û dagîrkirina Kurdistanê ji aliyê desthilata navendî ve, nifşên nû, mercên nû yên şaristanî, abûrî, civakî, çandî, siyasî û herwusa kûrbûna stratêjiya hêzê li herêmê, bi bikaranîna pitansiyelên nû û nûjenkirina metodên xebatê, rojev dike.

Destpêka qonaxa “RASAN”ê, bi xwe re hin pêvajoyên nû anîn rojeva xebata rizgarîxwaziya netewa Kurd li Rojhelata Kurdistanê:

Armanca xebata netewî, nîştimanî û giştgîrtir, zelaltir hatiye rohnkirin.

Kûrahiya Stratejiya xebata nûdem a Hizba Demokrat, rizgariya nîştimanî li seranserê Rojhelata Kurdistanê ye.
Bandora qonaxa “RASAN”ê li derwey sînorên Rojhelata Kurdistanê ye.

Xebata medenî û rêkxistinên medenî beşa herî giring û bingeha qonaxa “RASAN”ê ye.

Navnetewîkirina pirsa Kurd û bûn bi ekterek xwedî giraniya xwe li pêşeroja pilana siyasiye Îranê de, bazineya bi bandoriya xebata Rojhelata Kurdistanê mezintir û girantir kiriye.

Pirsa wekheviya civakî û beşdariya wekhev û hevbeşe jinan bo pêvajoya “RASAN”ê pirsek bingehîn û pirensîpî ye.
“RASAN” pêvajoyek Netewî ye ku mezintir li çarçoveya partiyeke siyasî û pirojeyek netewî ya hevgirtinxwaz e ku dikare hemu hêzên siyasî, medenî û kesayetiyan li dewra xwe kom bike.

Sirûşta li dijî cudahîdanîn û stemê, herweha dadperwerîxwaziya pêvajoya “RASAN”ê, ew qonaxa xebata Netewî bi despêka xebata PDKÎ ku li ragehandina damezrandina xwe de demokrasî, mafê diyarîkirina çarenivîsê, toleransa civakî û dijberiya faşîzmê bi bingeh û armanc girtine, bi hev ve girê dide, û bazineya xebatek dadperwerî, mirovî û ekolojîst bi hev ve girê dide.

Li pêvajoya “RASAN”ê xuya ye ku hêzên siyasî, medenî û civakî yên beşdar li bizava Kurdistanê de diviya tevde li gor xwe, nasnameya xwe û pirojeyên netewî ên xwe bi fermî bên nasîn û toleransa siyasî li bizava netewî de bê xulqandin. Encama wê yekê dibe sebeba wê ku di şûna rikeberî û dijheviyê hemû hêzên nav bizavê de bi alîkariya hev, hêz û pitansiyelên xwe ji bo rizgariya netewî bi kar bibin. Bêguman merca wê yekê, diyarîkirina armanc û stratêjiyeke hevbeş û netewî ye ku berpirsayetiya wê dikeve ser rêberiya siyasî.

Encama wê yekê dibe sebeba giştgîrbûna xebata netewî û derbazbûn ji qonaxa dijheviya civakî. Rasana Rojhelatê Kurdistanê derfetek nû ji bo xebata netewî afirandiye ku hemû bijarde, rewşenbîr û êlîtên civakî bikaribin li gor şiyana xwe beşdarî xebatek kolektiv bibin.

Em li demekê de ber bi 73`emîn salvegera damezrandina PDK Îranê ve diçin ku pêvajoya nû pişti berxwedana bi salan û tehemula dijwariyan û parastina berjewendiyên netewî û niha jî qonaxa “RASAN”ê ku hilgirê gotarek siyasî- netewî li seranserê Rojhelata Kurdistanê ye, mizgîniya rojên geştir bi netewa me nîşan dide. Tevî wê jî gotara siyasî ya navnetewî ber bi arasteyekê ve diçe ku Rojhilata Kurdistanê dikare bibe yek ji ekterên girînge guhertinên herêmî û dînamîzma guhertina xerîteya siyasiya herêmê li pêşerojê. Îro rojê di bin sîvana xebata berfirehe netewa Kurd û torên civakî, mirov hêsantir dikare pirsên xwe yên netewî bilind bike, û li hemberî neheqî û zulm û zoriyê serî hilde, û bi bandortir dikare xebatek kolektîv û xwedî buhayên havbeş pêk bîne ji bo ku nifşên pêşerojê neçar nebin dîsan xebatê bikin, belkî erk û wezîfeya wan avedankirin û pêşvebirina civaka Kurdistanê be, anku Kurdistanek Azad, Demokrat, ewle û xwedî stratejiya pêşveçûna domdar.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine