Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

26.mîn salroja şehîdên Mîkonosê bilind hate ragirtin

17:53 - 18 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Bi beşdariya beşek ji edamên rêberî yên hizbê, kadr, pêşmerge, endam û dilsozên hizbê, rêûresma bilindragirtina bîranîna şehîdên Mîkonosê hate lidarxistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî rêkefta 26`ê Xermanana 1397`an, li kempa Cêjnîkan ya Partiya Demokrat, rêûresmeke taybet bi 26.mîn salroja terora nacamêrane ya şehîdên Mîkonosê hate lidarxistin.

Ev rêûresma bi xwendina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstekê bêdengî ji bo rêzgirtin ji riha pak ya şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Piştre Dr. Mîro Elyar endamê Navenda Siyasî ya Hizbê bi vê boneyê ve axavt. Navbirî di axavtinên xwe de îşare bi vê kir ku, tu gotin tê de nine derheq terorkirina Dr. Şerefkendî de, dijmin birîneke û valahiyeke kûr xiste cendekê Partiya Demokrat û derbeyeke giran li tevgera rizgarîxwazî ya Kurdistana Rojhilat xist, lê xwen û xelayên wê nehatin cî, û negihîşte hêviyên xwe, îro 26 sal e piştî terora Berlînê, alaya xebata rizgarîxwazî ya me her wekî xwe ye, û ciwanên Şerefkendî destanrêsiya diafirînên”.

Di beşeke din a axavtinê xwe de, rêzdar Dr. Elyar derheq kirîza ku îro Komara Îslamî  digel de rûbirû ye, ragehand ku: “Komara Îslamî îro digel mezintirîn û metirsîdartirîn kirîza dîroka xwe ya navxwe û derve rûbirû bûye”, û wiha parve kiribû: 1-Kirîza siyasî û kirîza hakimiyetê, 2-Kirîza aborî û civakî, 3- Kirîz di siyaseta derve de.

Derheq pêşhat û bûyer û ev bernameyên ku Kurd dibe bigrin pêş got: “Ji ber vê ku li ser guherînkariyan de nekevin yan jî guherînkarî bi ser me de neherifin, Kurd dibe amade be û xwe rêk bixîne da ku bikare bilez û di demên hewce de hewlên xwe encam bide, û ji derfetan bo qazanca neteweya xwe mifahê jê werbigirin, û pîlan û gefên dijmanan pûç bikin. Partiyên Kurdistanê rastî ceribandineke dîrokî hatine, û dibe berpirsane û siyasiyane gavan bavêjin”; Û herwisa got jî: “Yekbûn û yekhelwêstbûna Partiyên  me, ne tenê li hemberî komara Îslamî de hewce ye, belku rewş û pêgeha Kurd li hemberî opozisyona navendî li asta civaka navdewletî de jî bihêztir dike”.

Piştî dawîn axavtinên rêzdar Mîro Elyar, helbestek li jêr navê “Tehran hejiya” ji aliyê helbestvanê pêşmerge mamosta Bêbeş ve hate pêşkêşkirin, û herwisa di nîveka rêûresmê de jî, du stranên şoreşvanî ji aliyê hunermend Xulam Fatihî û Sîrwan Ehmedî ve hatin xwendin.