Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

29.emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî di binkeya serekî ya PDKÎ de bilind hate ragirtin

14:45 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Di binkeya serekî ya PDKÎ de, merasimek bona bilindragirtina yad û bîranîna şehîdên “Viyen”ê bi rê ve çû.

Roja Şemiyê 23`ê Pûşperê di binkeya serekî ya PDKÎ merasimek bi boneya 29.emîn salvegera terorkirina rêberê lêhatî ê gelê Kurd Dr. Qasimlo, û Ebdullah Qadirîazer nûnerê hizbê li derveyî welat û Dr. Fazil Resûl dostê hizbê, bi destê dîplomat-terorîstên Tehranê bi rê ve çû.

Destpêkê merasim bi sirûda neteweyî ya Ew Reqîb û ragirtina bîstekê bêdengî bona rêzgirtina ji riha pak ya şehîdên hizb û gel bi rê ve çû.

Piştre peyama Desteya Kargêrî ya PDKÎ ji aliyê Tahir Mehmûdî ve hate xwendin.

Di beşeke din de sirûdek li jêr navê “Ey Mamostayê Mezin” ji aliyê “neviyên Qasimlo” ve hate pêşkêşkirin.

Piştre peyama rêkxirawên Lawan, Jinan û Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê Pêjman
Şerî`etî cihgirê sekreterê Rêkxirawa Yekîtiya Lawên Demokrat ên kurdistana Îranê ve hate xwendin.

Merasim bi pêşkêşkirina helbestekê ji aliyê pêşmerge û helbestvan mamosta Bêbeş ve bi dawî hat.