Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

3ê zîndaniyê Kurd li zîndana Urmiyê de hatne sêdaredanê

12:23 - 26 Îlon 2019

Kurdistanmedia: 3ê zîndaniyê Kurd şeva çwarşemmiyê li zîndana Urmiyê de ji aliyê rejîmê ve hatne sêdaredanê.

Pêka nûçeya ajansa mafê mirove Kurdpa yê, 3 girtiyê Kurd ku 2 ji wan xelkê Urmiyê û êk jî xelkê Mehabadê bûn, şewa derbas bûyî, hatne sêdaredanê.

Pêka nûçeya Kurdpa yê, bereberê sibezûya Roja Pêncşemmiyê 4ê meha rezberê, 3 zîndaniyê Kurd bi sûçê kirîn û firotina madeyên hişber, hatine sêdaredanê ku nasnama wan evê: Azad Azadîxah naskirî bi Re`ûf kurê Sidîq xelkê Gundê diza mirgewer, Îbrahîm Mehmûdpûr naskirî bi Şemal xelkê bajarê Mehabadê, Şehabedîn Mehmûdpûr xelkê Gundê Hacî Bayram li dewera Enzelê.

Her êk ji wan 3 zîndaniyan şewekê berî hinge bo jorên kite kesî hatibûne weguhastin.

Hevdem Ajansa Kurdpa yê li nûçeyeke dine de ragihand Jineke Kurd li zîndana Bajarê Sinê de ji aliyê rejîmê ve hate sêdaredanê.

Leyla zerefşan bi sûçê qetil û cîbicî kirina qesas roja 4ê Rezberê li zîndana Bajarê Sinê de hatiyê sêdaredanê