Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%44ê ye Bêkarên Îranê Xwandevanên asta bilindin

11:57 - 17 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: pêka amaran %44ê ye wan kesên ku li Îranê de kar çinînin, ew kesanene ku xwandin tewaw kirine.

Wezîrê Tendurustî, Derman û perwerda Pizişkiye rejîmê eşkere kir ku %44ê ye kesên bêkar li Îranê de, Xwandewan û derçuyîyên Zankoyan û ev kesanene ku Birwanama Lîsansê hene.

Wî perpirsê rejîmê ê`tiraf bi vê yekê kir ku rejîm li fikra wan de nebûye û çi bernameyek bo dabîn kirina kar bo wan kesane ku Lîsansê werdigrin, çinebûye.

Li Welatên pêşkewtî de ger Ciwanek Xwandinê tewaw bike, berî hindê deshilata wan welatan xwe erkdar dizane ku karê gorî pisporiya wan, bo dabîn bike.

Kesek ku bi ser hemi pirskirêkan re derbas dibe û Medreka Lîsansê werdigre, bê guman çawnihêriya hindê jî heye ku piştî vê hemi zehmetê, kar jî jêre bête dabîn kirin.

Lê li Îrana bela lêdayî de, û bi taybetî li Kurdistanê de hezaran lawên Kurd hene ku xwediyê birwanama Lîsansêne, ku li ber bêkariyê, Kolberiyê dikin, yan diçne Kirêkariyê.