Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%60 ji şirketên anîna tirombêlan hatine daxistin

13:02 - 12 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Heya niha 6 hezar kesên ku tirombêl dianîne Îranê, bêkar mane, û %60 ji kompaniyan jî hatine daxistin.

   Mêhdî Dadfer berpirsê Civata Anînejor yaTirombêlan ragehad ku heya niha bernamerêjiyeke wisa me tuneye, derheq tirombêlan. Niha ku tirombêlên navxweyî giran bûne, ew ketine hizra anînejor ya torombêlan.

Li gora gotina navbirî niha ew kompaniyên ku mane jî, rewşa wan nebaş e, û tenê %30 ji çalakiyên xwe yên berê encam didin, û hekî her weha em herin pêş, heya sala bê, tu kompaniyek namîne ku tirombêlan ji welatên din bikire û bêne navxwey welat.

 Mêhdî Dadfer berpirsê Civata Anînejor yaTirombêlan herweha tevî îşarekirina bi girêdayîbûna kompaniyên tirombêlsaziyê rû li dewletê ragehand: “Heya wê demê ku dewlet destê xwe bêxe nav vê mijarê de, û nûnerekî meclisê yan kesekî ser bi delwetê, berpirsê van kompaniyan be, tiştek bi navê kerta taybet (xisûsîsazî) di Îranê de em nabînin”.

Wî derheq girîngiya dewletînebûna kompaniyên kirîn û firotina tirombêlan herweha îşare bi vê kir ku: “Tenê dewletînebûn û şexsîbûna kompaniyan dikare rikeberiyê di navbera firoşyaran de pêk bîne, û ew yek dibe sedema baştirbûna koalîteya (çawaniya) tirombêlan û xelk vê neçar bibin ku rû bikin kirîna tirombêlên ku berhema navxweyî ne”.

Wî Wezareta Pîşesaziyê jî bi tundî rexne kir, û ragehand ku serbarê vê ku eva 15 sal  in ku me şiyana vê heye ku li ser dewletînebûna kompaniyên xwe kar bikin, lê her carê wezîrekê kêmkarî kiriye, û em pare mane.