Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%83 ji kedkarên Îranê di bin xeta mirinê de ne

15:25 - 16 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Nûnerê kedkaran di Şêvra Bilind ya Kar de ragehand ku %83 ji kedkaran di bin xeta merg û mirinê de dijîn.

Di sê mehên derbazbûyî de nirxa her tiştî di Îranê de ew qas giran bûye, ku kêm kes heye vê rewşê rexne neke, û gilî û gazinde tunebin, lê di vê navberê de kedkar zêdetir ji her texeke din, di bin barê giraniyê de dinalînin. 

Feramerz Tofîqî Nûnerê kedkaran di Şêvra Bilind ya Kar de jî derheq rewşa kedkaran nîgeraniya xwe eşkere kiriye, û ragehandiye ku %83 ji kedkaran li jêr xeta merg û mirinê de dijîn.

Navbirî herwisa ragehandiye ku tu dewletekê heta niha pilan û terh ji bo baştirkirina rewşa kedkaran û zêdekirina heqdestê wan tunebûye, û dibe her çawa ku di dema piropagendeyên hilbijartinan de qewl û sozan didin xelkê ku kêşeyên wan çareser bikin, di kiryarê de, jî van qewlên xwe bi cih bînin, û nabe em hemû giraniyekê jî bixin stûyê Amerîkayê û vekişiyana wî welatî ji Bercamê.

Feramerz Tofîqî Nûnerê kedkaran di Şêvra Bilind ya Kar de derheq giranbûna nirxa goşt û birinc û rûn de jî ragehandiye: “Giranbûna %40 a nirxa mirîşkê, %30 ya goşt, %18 ya birinc, û %28 a avahiyan û…hwd, nîşan dide ku berpirsên kargêrî ên welat xelk bi tenê hêlane”.

Navbirî derheq heqdestê kedkaran got: “Qewlê zêdekirina heqdestê kedkaran wekî cemeda li ber germê bû. Yanî dewletê xwe bêdeng kiriye,û hinek berpirs jî hêcetan bo vê reşwa xirab tînin”.  

Wî derheq piştevaniya ji kelûpelên navxweyî jî got: “Heta dema ku kursiyên mezin yên aborî wekî (heyeta dewletê, odeya bazerganî, odeya pîşesazî û me`idenê) yên sermayedar û xwediyên bongahên aborî bin, em nikarin kêşeyan çareser bikin”.