Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aborînas jî bawerî bi soz û qewlên rayedarên rejîmê nemane

11:48 - 11 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Piştî derbazbûna 4 mehan bi ser soz û qewlên ku serokê mecilisa rejîmê derheq sererastkirina bîngehîn di pêkhatiya aboriya welat de da bûn, lê, heya niha tu yek nehatine cîbicî kirin û hêviyên aborînasan jî di vê derheqê de nemane.

Aborînas û endamê heyeta zanistî yê zanîngeha Bihêştî yê rejîma Îranê, Husên Semsamî di gotûbêjekê de got; Piştî derbazbûna 4 mehan bi ser soz û qewlên serokê mecilsê yên derheq sererastkirina bingehîn ya derheq pêkhatiye aboriya welat de ku dabûn, niha tu yek ji van nehatine cîbicî kirin û tu hêviyek me derheq vegeşandina aboriya welat nemaye.

Herwisa navbirî got, li gor rewşa aboriya welat ku li gorê deye, min tu hêviyek derheq sererastkirina bingehîn di pêkhatiye aboriya welat û çareserkirina arîşeyên welat de tunîne.

Wî aborînasê rejîmê wiha berdewam kir, hekî dewletê hereketek yan pilanek derheq çareserkirina rewşa derbaziya welatiyan de encam daye, dibe bide eşkerekirin, da ku welatî di vê rewşa aloz ya aboriya welat de, hêviyek bo berdewamkirina jiyanê hebin, lê, li gorî karnasiya bedenê û birêveberiya lawaz ya dewletê, ez dûr li rastiyê dibînim ku tu hereketek di vê derheqê de hatibe encam dan.

Rewşa aboriya Îranê bi qasî aloz û xirabe ku, berê jî rayedarên Amerîkayê ev rewş rexen kiribûn û gotine ku xelkê Îranê hêjayê jiyaneke lêhatî û bê kêmasî ne, lê, bi sebeba destpîsî û lênehatîbûna berpirsên rejîmê, xelkê wî welatî di rewşeke lênehatî de jiyana xwe derbaz dikin.

 Rewşa aboriya rejîma Îranê bi qasî aloz bûye ku, niha aborînas û civaknasên welat jî wê rewşê rexne dikin û tu baweriyek bi soz û qewlên rayedarên rejîmê nemane