Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirî Îsma`îlnijad: “Kirîza te, ji min re derfet e”

12:47 - 14 Hezîran 2018

H: Cemal resûl Dinxe

Di demekê de ku Rojhilata Navîn pirr e ji bûyerên ku nahêne pêşbînîkirin, kêşeyeke din serî hildaye ku ew jî kêşeya kêmavî û bêaviyê ye. Kurdistana mezin di vî warî de xwediyê nêzîk bi %75 a ava şirîn a navçeya Rojhilata Navîn e, lewra çar dewletên dagîrker siyaset û pêngavên curbicur di Kurdistanê de girtine pêş.  

Derheq vê kêşeya cidî de, malpera “Kurdistanmedia”yê hevpeyvînek digel Agirî Îsma`îlnijad çalakê siyasî pêk aniye, ku emê bala we bo xwendina vê hevpeyvînê radikêşin.

Pirsyar: Gelo Kêşeya bêavî û çareserkirina vê kêşeyê di naveçeyeke kêmav de, çawa dibînin?

Bersiv: Di navçeya Rojhilata Navîn de av kêm e, ew kêmbûn mijareke taybet bi niha niye, û jîngeha vê navçeyê bi vî awayî ye, û niha bi sedema şer, têkçûna rewşa hewa, zêdebûna rêjeya nifûsê, zêdebûna nearamiyê û birêveberiya lawaz ya avê, kirîza avê û piştî wê jî kirîza jîngehê zêde bûye, û ji caran kûrtir bûye.

Destpêkê dibe ku bêjim ku çima av  girîng e, di van welatan de ku hînerê enirjiyê ne, enirjî wekî bingehekê bona vegeşîn û wekî bingehekê bo aboriyê û wekî bingehekê bo jiyana rojane ya civaka wan lê tê nihêrîn, di navçeya me de jî ku av bi rêjeyeke dilxwaz ber destê birêveber û siyasetvanan nine, ku wisa bû av bingeha jiyana civaka Rojhilata Navîn e, û ew yek jî tê vê watayê, ku av û jîngeh di Rojhilata Navîn de pirseke siyasî-tenahî ye, û çênabe ku tenê wekî pirseke jîngehî lê bê nihêrîn, jiber ku rêjeya avê bo jiyana rojane û bona vegeşîna aboriya civaka Rojhilata Navîn rêjeyeke kêm e, û li gora hewcehiyê nine. Ku wisa bû kirîza avê wate hejarî, nexweşî, şer, nearamî û derbiderî, û kurt û Kirmancî wate kirîz di hemû beşên jiyana civakî û takekesî de.   

Pirs: Gelo hûn siyaseta çar dewletên dagîrker bo Kurdistanê derheq bêavî û çareserkirina avê çawa dibînin ?

Bersiv: Pirsa kêmaviyê di hemû Rojhilata Navîn de heye. Kurdistan hekî em bas ji her çar perçeyên wê bikin, tenê navçeyeke Rojhilata Navîn e, ku kirîza wê ya kêmaviyê tuneye, û nêzî %75 a ava şirîn ya navçeya Rojhilata Navîn ji wir ve çavkanî digre.

Ku wisa bû di warê teorî de, hekî Kurdistan tenê xwe be, wekî coxrafiya  me di Kurdistanê de, û niha kirîza bêaviyê tuneye, lê kêmavî heye, lê me kirîz tuneye.

Lê pirsa jîngehê pirsek nine ku bakare sînorê neteweyî û siyasî bo bihê diyarîkirin, û rast kêşe jî ji vir ve dest pê dike, ku welatên Rojhilata Navîn jî li gora kiryarên wan ên borî û niha, tu pirsekê wekî pirsa giştî ya navçê nabînin, û ew her kirîzekê di navçê de bi mercekê li çarçoveya sînorê siyasî yê wan de nebe, wekî derfetekê box we dibînin. Bo mînak rejîma Îranê ku li mezintirîn kirîza avê de ye, ji aliyekî xwe bi qurbanî dihesibîne, li ser pirsa avê digel Efxanistan û li heman demê de heman kiryarê ku Efxanistan dike, ew jî li sînorê di navbera Rojhilata Kurdistanê û Başûra Kurdistanê dubare dike. Baweriya Îraniyan ew e ku kirîza avê, di nava Îranê de kirîzeke navxweyî ye, û bi hinek pêngavên navxweyî jî çareser dibe. Di demekê de ku ne wisa ye, û kêşeya avê û karvedanên vê kirîzê kirîzeke navçeyî ye, û hemû herêmê digre xwe. 

Rast e ku hemû welatekî navçeyê heta Tirkiye jî hewcehiya wê bi pêngava navxweyî heye bona çareseriya vê kirîzê, lê girîngtir ji pêngavên navxweyî pêngava navçeyî ye, û rêkkevtina du alî û çend alî di navçeyê de ye, û avakirina pilatformeke giştî ya çend alî li ser vê bingeha ku xisara vê kirîzê li navçeya Rojhilata Navîn bê kêmkirin.

Herwekî ku min bas kir, li çanda siyasî ya Rojhilata Navîn de, kirîz di erdnîgariyeke siyasî de tê wateya derfet bo erdnîgariyeke siyasîtir ya vê navçeyê, û hemû reftarên siyasî ên vê navçeyê jî  li ser bingeha vê hizrê ye, û her wekî ku em dibînin Sûriye mînaka herî pêş çav e, ku hemû welatên Rojhilata Navîn şerê navxweyî ê Sûriyê bi derfetekê dizanin bona pêşvebirina xwazî û hêviyên navçeyî ên xwe. Îran li pey xeta Şî`e ya xwe ye, û Tirkiye jî xewna Neo Osmanî dibîne, û Îsraîl bi derfet dizane bo diyarîkirina sînorê xwe, û Erebistan jî bi heman lojîka wan sê welatên din li kirîza şerê navxweyî ê Sûriyê dinihêre.

Di vir de dixwazim ku bêjim hekî bo pirseke siyasî yan aborî, bikarî ku sînorê erdnîgariya siyasî diyarî û kifş bikî,  û vê pirsê li ser bingeha “ Kirîza te, derfet e bo min” şirove bikî, ecêb nîne, lê bo pirseke jîngehî û bo kirîza avê nikarî vê bingehê danî.

Bo mînak di van rojan de cardin bas ji girtina bendava “Koleser ya serdeştê” ji aliyê rejîma Komara Îslamî ve hatiye gorê. Dema ku ew bendav tê girtin, metirsiya bêaviyê li bajarê Qeladizê çê dibe, û bas ji kirîza bêaviyê li Başûra Kurdistanê tê kirin, lê ew yek hemû mijar nîne, û ava bendava Koleser di dawiyê de dirêje nava Xelîcê û talava “Hûrul`ezîm” de.                                                                                         

Hûrul`ezîm gellek kêmav e, û ew yek jî bûye sedema vê ku beşeke wê hişik be, û kêmbûna ava wir tê vê watayê, ku yek ji girîngtirîn kangehên tozbarînê di navçeya Xûzistanê de, rastî kêmaviyê tê, û hekî tozbarîn di vê navçeyê de zêde be, eva yanî Îran bi xwe ye, ku bi girtina ava Koleser rastî kirîzê dibe, û hemû kirîzên pêwendîdar bi jîngehê û avê li Rojhilata Navîn bi vî awayî kirîzeke aloz û çend alî ne, û lewra jî çareseriya wan di çarçoveya sînoreke siyasî de ne tenê zehmet e, belku îmkana wê jî tuneye.

Pirs: Du rejîmên dagîrker ên Îran û Tirkiyê hişdarî dane ku ewê avê li ser Kurdistana Başûr de qut bikin, û niha jî Kerkûk rastî kêmaviyê hatiye, pêşeroja vê biryarê wê çi encamek hebe?

Bersiv: Herwekî ku min bas kir, av kirîzeke navçeyî ye, û diyare ku başûr wek Başûra Kurdistanê, ji parçeyên din kêmavtir e. Herwisa wekî bingeh jî çanda siyasî di Rojhilata Navîn de eva ye ku “kirîza te derfeta min e”. Ew yek jî wate Tirkiye û Îran, vê bêaviya Başûr wekî defet ji xwe re dihesibînin.

  Lê ez wekî kesekî ku hem li Başûr jiya me, û hem jî min hinek şarezayî di deshilatdariya avê de heye, min jêve ye ku kirîza avê di Başûr de jî berî her tiştî hewcehî heye bi pêngavên navxweyî, lê çanda siyasî ya Başûr li ser bingeha herêma kesk û zer  hatiye avakirin, û her basek yan kirîzek di yek ji wan herêman de, ê din wekî derfetekê ji xwe re dibîne, bona vê ku bike kartek li dijî aliyê din ê siyasî di herêmê de. 

Berî her tiştî min jêve ye ku Başûriyan dibe stratejiya navxweyî bo deshilatdariya avê hebin, ew hinde bê av jî nînin, ku Tirkiye û Îran bikarin ku li dijî wan çeka avê bi kar bînin, û vê yekê jî bizanin ku Îranê ew hêz û şiyan nine ku avê wekî çekek li dijî tu welatekî din bi kar bîne.

Jiber ku Îran bixwe di kirîza herî mezin ya bêaviyê de ye, lê mixabin rewşa siyasî ya navxwe ya başûr vê derfetê bo Îran û Tirkiyê diafirîne. Ez naxwazim herim  ser hûrdekariyên kirîza ava başûr, lê bi tewahî baweriya min heye ku kirîza avê di vê navçeyê de jî, berî vê ku pêwîstî bi pêngavhilgirtina bo aliyê Tirkiyê û Îranê hebe, hewcehî bi destnîşankirina stratejiya navxweyî ye.

Pirs: Helwesta berpirsên Herêma Kurdistanê dibe ku derheq biryara Tirkiye û Îranê çi be?

Bersiv: Di siyaseta navdewletî de, nêzîk bi 420 rêkkevtinên cîhanî û herêmî li ser pirsa avê hene, Herêma Kurdistanê dikare ku li ser bingeha wan ezmûnên ku di cîhanê de heye, digel Îran û Tirkiyê li hev bike, lê eşkere ye ku hemû rêkkevtineke navdewletî li ser bingha hêzê tê girêdan, heta hekî ew lihevkirin li ser kirîzeke girîng wekî av û jîngehê jî be, bi taybetî dema ku biryare rêkkevtin di navbera Îran û Tirkiye digel Kurdistana Germên hebe.

 Pirs: Boçûna we li ser pirsa avê û siyasetê di navçeyê de çi ye?

Bersiv: Hekî aliyên siyasî ên Kurdistanê bi hûrî stratejiya nîştimanî bo kirîza avê diyarî nekin, bi sedema vê ku navçeya me tenê navçeya xwedî av a Rojhilata Navîn e, ku dikarî ava wê bo navçeyên din bi awayê destçêkirî veguhêzî, bêguman di pêşerojê de Kurdistan bi giştî û Kurdistana Rojhilat bi taybetî di encama kirîza avê de rastî kirîz û arîşeyeke gellek mezin ya civakî, aborî, siyasî û çandî tê. Lê mixabin ne aliyên siyasî û ne jî şarezayên Rojhilat hest bi girîngiya kirîza ava Rojhilata Navîn nekirine, û lewra jî wekî pirseke rewşenbîrî dibînin!!!.