Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ajanek têkiliyên di navbera rejîma Îranê û Almanyayê têk dide

18:03 - 16 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Ajaneke rejîma Îranê bû sedema vê ku alozî û sarbûnek di pêwendiyên di navbera rejîma Îranê û Almanyayê de pêk bê.

Radyoya navneteweyî ya Firansayê di raportekê de ragehand ku şêvirmendekî karûbarê çandî ê erteşa Alman ku hevwelatiyekî 50 salî ê Efxanî ye, û navê wî jî Ebdulhemîd e, zanyarî dane sirwîsên Îtila`atî ên rejîma Îranê.

Tê gotin ku ew kesê efxanî bi salan ajantî (casûsî) bo Wezareta Îtila`ata rejîma Îranê kiriye. Malpera înternêtî ya “Der Spiegel” ya Alman tevî weşandina vê nûçeyê ragehand ku îdareya cinayî ya Alman roja Sêşemiyê ew kes destbiser kir.

Li gora zanyariyan, wî wekî werger û şêvirmend di karûbarê Efxanistanê de digel erteşa Alman hevkarî dikir.

Wî kesî kariye zanyariyên girîng û hestiyar bide Îtila`ata rejîma Îranê. Zanyariyên li derbarê hebûna Almaniyan di Efxanistanê de, û renge jî di gellek biyavên din de, ku bo navendên ewlekariya Alman girîngî hebûne.