Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Akincîbûna xelkê li derdora bajar zêde bûye

12:22 - 16 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Akincîbûna li derdora bajaran, û kêşeyên ku di encama wê de çê dibin, wekî yek ji arîşeyên civakî di bajarên Kurdistanê de zêde dibin.

Roja Duşemiyê 23`ê Rezberê, Nadir Qazîpûr nûnerê Urmiyê di meclisa rejîmê di gotûbêja digel nûçegihaniya hikûmetî ya “ISNA”yê, tevî îşarekirina bi akincîbûna li derveyî bajaran, ew yek wekî yek ji arîşeyên herî girîng ên bajarê Urmiyê bi nav kiriye, û ragehandiye:

“Nêzî %50 ji xelkê vî bajarî wate nîva wan, bi sedema arîşeyên malî û aborî di derdora bajarê Urmiyê û di stargehên nefermî de akincî bûne”.

Wî di axavtina xwe de zêdebûna berbiçav ya pêvajoya koçberiya bajarê Urmiyê ji sedemên sereke ên vê diyardeyê bi nav kir, di demekê de ku nebûna şuxl û hebûna bêkariyê, û nebûna dahata hewce bona dabînbûna hewcehiyên jiyanê, ji girîngtirîn sedemên pêkhatina vê diyardeyê di bajarên Kurdistanê de ye.

Qazîpûr di demekê de, bas ji vegeşîna kar û zêdebûna pişka budceya dewletî û îmkanatên dewletî di herêmên derdora bajar kir, ku dewlet û berpirsên rejîmê heta niha tu kiryarek bona nehêlana van kêşeyan encam nedane, û ew herêm hertim wekî herêmên derdorê û bêpar ji girîngpêdana berpirsan bi wan mane.

Zêdebûna akincîbûna li derdorê dibe sedema pêkhatina gellek kêşeyan.

Di vê derheqê de, li ser bingeha axavtinên karnasên Îranî zêdetir ji yek li ser çar ya nifûsa Îranê li derdorê akincî bûne, ku ew mijar bûye sedema zêdebûna çûna zarokan bo aliyê karên destfiroşî û kolberiyê.             

Kirîza aborî û kêmiya asta bijêva jiyanê ya çîna desteng, bûye sedem ku zarok jî têkevin nava bazara kar de, û zarokên akincî di herêmên derdora bajarên Kurdistanê ber bi aliyê şuxlên wekî destfiroşî, û geriyana nava kirs û kewalan herin.