Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Almanya, Berîtaniya û Firansa, rejîma Îranê weke berpirsê êrîşa ser parêzgehên petrolên S`ûdiyê binav dike

11:46 - 24 Îlon 2019

Kurdistanmedia: “Angêl Markêl” Şêvirmenda bilind a Almaniya, “Êmanoêl Mekron” serokkomarê Firansayê û “Bûrîsa Canson” serokwezîrê Berîtaniya yê di daxûyaniyeke hevpar de ragihandin, ku ji bo me eşkere ye rejîma Îranê berpirse li êrîşa ser parêzgehên petrolên S`ûdiyê.

Ew Berpirsên Ewropî ji rejîma Komara Îslamî dixwazin ku wan kiriyaran encam nede ku tevlîhevî û handan ji bo çêbûna şer li pey xwe ve tînin.

Îran û S`ûdî, du hêzên hevrikên navçeyê ne ku her du welatên navbirî jî rêjeyeke zêde a enerjiyê ji bo cîhanê dabîn dikin.

Di demên dawiyê de êrîşa ser parêzgeha Aramko a S`ûdiyê hate kirin û li gor hemû amajeyan, tê gotin ku Îran encamdera êrîşê bûye.

Piştî vê êrişa ser Aramkoyê, Demlidest asta henardekirina petrol a S`ûdiyê û nirxên wê hatin guhertin.

Li gor çavedêrên siyasî, Bi vî rengî girîngiya petrol ji bo S`ûdiyê xûya dibe û lewma jî Îran hewl dide di serî de asta berhemanîna wan kêm bike da ku pêwîstiya cîhanê bi petrola Îranê zêdetir be, welatên Yekbûyî ên Amerîkayê û hevpeymanên vê jî neçar bike givaşên li ser Tehranê kêm bikin.