Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara bêkariya Ciwanên Îranê du beranberê ya ciwanên cîhanêye

13:13 - 23 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Pêka wan amarên ku têne weşandin, roj bi rojê hejmara bêkaran li Îranê de zêde dibe.

Pêka jêwekolîna ku li  derbarê bêkariyê de hatine encamp danê, li demekê de,Amara bêkariyê di nava Ciwanên Îranê yên di navbera tenê 15 heta 24 saliyê, %27,3 hatiye ragihandin ku ewajî du beranberî amara Ciwanên Cîhanêye.

Amara bêkariyê di nawa Ciwanên Cîhanê de %12 ye.

Bê guman ew amarên ku ji aliyê demûdezgehên nav xweye Îranê de têne belav kirin piranî neserrastin û amara bêkariyê gelek ji wê yekê zêdetire.

Bi hegera siyasta şaşe rejîmê û xemsariya deshilatdaran, piraniya xelkê Îranê û bi taybetî Ciwanên Welat ji dest bêkariyê dinalînin, her lwmaye ku Law Îranê bi cih dihêlin Îranê, û hejmara xwekujiyê roj bi rojê zêde dibe.