Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara xwekujiya ciwanan di Îranê de bilind bûye

16:17 - 21 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Amarên fermî, bas ji bilindbûna xwekujiyê di nav ciwanan di Îranê de dike, ku nîşan dide, asta temenê xwekujiyê kêm bûye ku bi rewşên trajîk xwekujiyê dikin.

Li gorî amarên pizîşkên yasayî û wezareta Saxlemiya rejîmê, asta xwekujiya ciwanan di sala 1397`an de %20 bûye ku amarek cergbire û herwisa hatiye gotin ku piraniya wan ciwanên ku hewla xwekujiyê didin di qonaxa xwendina destpêkiyê û navendiyê de ne.

Herwisa nûtirîn amara Wezareta Saxlemiya rejîmê derxistiye ku ji her 100 hezar kesî di Îranê de, 125 kesan hewla xwekiujiyê dane ku ew amar di welatên jiyanxweş de, 11.5 ji her 100 hezar kesî de ye.

“Mecîd Ebherî” Reftarnas û xisarnasê civakî, hegerên xwekujiyê bi 2 pişkan parve dike ku yek hegerên kesîn û hundirîne û pişka din pirsgirêkên civakî ne.

Herwisa ku di amaran de hatiye dîtinê, di welatê Îranê de, pirsgirêkên civakî, di asteke here bilind de ne û siyasetên çewtên desthilatê bûye sedema peydabûna bê hivîtiyê di nava jiyana xelkê wî welatî de ku bandora rasterast dixîne ser malbatan, bi taybet ser ciwanan.

Ew givaş û jiyana hejarane, wa ji xelkê kiriye ku bêhivî bûn ji jiyanê, bigihîjee astek ku bandoriyê ser hundirê kesan bike û diyardeya xwekujiyê bi taybet di nava ciwanan de, roj bi roj zêdetir dibe.