Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amarên rejîma Îranê tenê di warê piropagendeyî de ye

13:19 - 1 Îlon 2019

Kurdisrtanmedia: Sozên kit hekmarî kirina nirxa bêkarî di Îranê de, heya du mehên din tenê di warê piropagendeyî de ye.

Karnaseke bazar di Îranê de rexnên tûnd li cihgirê parêzgerê bajarê Taranê girtiye ku navbirî soza wê yekê dabû ku, “nirxa betaliyê dê heya du mehên din tek hejmarî bik e”.

Wî karnasê bazar gotiye, bi wî awayî axavtin tenê aliyên piropagende heye, çimkî pirsa aborî hewceyê bi lêzanînê heye û gotareke sade nîne.

Pêwerên aborî, wekî nirxa betalî, nirxa nebûna derferta kar û geşesitandina aborî di heyameke kêm de, heya astekê nagohere ku wateyek hebe.

Ji aliyekê din ve jî, mamosteyekî zanîngeha Îranê ragihandiye: “Ew amarên ku hikûmet belav dike, tenê gotareke siyasiye û tu bandorekê di jiyana xelkê nadanê”.

Pêka wan amarên ku hikûmet belav dike, jiyandina xelkê digel rastiyên bazarê cidatî heye.

 Xelkê Îranê şiyana wan a kirîna hewcehiyan, daketiye, û nirxa hewcehiyan jî rû li bilindbûnê ye.

Aboriya Îranê, li ser neftê hatiye darêtin û her di niha de, bi sedema dorpêçên aborî ên Amerîkayê, aboriya Îranê rastî arîşeyên micid bû ye.