Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka 3 Wezaretxane û 2 Wezîrên Tirkiyê xistne ber cezaya xwe

12:07 - 16 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Amerîka bi hegera êrişa Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê, parek ji Wezîr û dewleta Tirkiyê xistne ber dorpêç û cezaya xwe.

Iston Minuçîn Wezîrê Xezîneya Amerîka ragihand ku bi fermana Serok Tiramp, 3 wezîrên Tirkiyê ji wan, Wezîrê Berewanî, Wezîrê Navxwe, û Wezîrê wize û Serçawên jêr erdî, hatne tehrîm kirin.

Amerîka ragihand hekî Tirkiye êrişên xwe nesekinîne, dê givaşên zêdetir bi serda bisepîne.

Tiram gotiye ku hekî Tirkiye ji xetê xwe derkewe, emê Aburiya vê bi êkcarî biherfînin.

Herwisa Serokê Amerîka Donald Tiramp dîyar kir ku cîgirê wî Maîk Pensî û Wezîrê Derve Maîk Pompîo îro Çarşemiyê dê serdana Tirkîyê bikin.

Civata Ewlekarî ya NY jî qirare îro Derheqa Êrîşên Ser Sûrîyê bicive

Herwisa Li gor ragihandina dîplomatên Neteweyên Yekbuyî (NY) ewê Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî, îro Çarşemîyê bi mijara operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê rojhilata Sûrîyê civîneke girtî pêk bîne.

Amerîka û civatgeha Nawnetewî hatine ser vê baverê ku êrişa Tirkiyê hekî zû dawî pê neyêt dibe sedema kêşeyên berfirehtir li wê herêmê de.