Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka 5 kesên heqîqî û toreke navneteweyî baykot kir

11:59 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê, 5 kesên heqîqî û toreke navneteweyî ku hewcehiyên navkî ya Îranê dabîn dikir, li rêzbendên baykotên xwe zêde kir.

Li gorî nûçeyên belav bûyî, roja Pêncşemî 27`ê Pûşper (18`ê Tîrmehê), Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê daye zanîn ku, 5 kesên heqîqî û torek li kompaniyayên navneteweyî ku di bernameya navkî ya Îranê de şerîkin, li rêzbendên baykotên xwe zêde kir.

Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê daye zanîn ku, ew 5 kesên heqîqî û kompaniya navneteweyî, bi sedema ku alavên hewce bo bernameya Navkî ya rejîma Îranê dabîn dikirin, rastî baykotên me hatine.

Di vê derhegê de, Wezîrê xezanedarî yê Amerîkayê Îstîvên Minuçên daye zanîn ku: Wezareta Xezanedarî dest diavêje bi hinek çalakiyan ku bi vê armancê tora dabînkirina alavên hewcehî ên Navkî ya rejîma Îranê bisekinîne, ew tore di welatê Çîn û Biljîka de dimînin û erkên wan dabînkirina alavên Navkî ye daku piştevaniyê ji armancên şerûrane yê rejîma Îranê bikin.

Îstîvên Minuçên di berdewamiya axavtinê xwe de got: Rejîma Îranê nikare bi kirîn û embarkirina alavan bo “Santirîfojan”, lihemberî cîhan îdi`a bike ku armanceke xêrxwazane heye.

Eva yekem car nîne ku navend yan kesên girêdayî rejîma Îranê rastî baykotan dibin, berê jî Amerîkayê hejmareke navend û kompaniyayên ku digel vê rejîmê mi`amleyên bazirganî encam dabûn yan jî alîkariyên derheq alavên navikî de ji vê rejîmê re gihandibûn baykot kiribûn.