Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka 76 berpirsên paye bilind ên Îraqê dixîne dinav rêzbendên baykotên xwe de

12:57 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Amerîkayê daye zanîn ku, qirar wisaye ku, 76 kesên paye bilind ên Îraqê, bi sebeba alîkarîkirin digel Spaha Pasdarana terorîst a Îranê li baykotên xwe zêde dike.

Li gorî nûçeya ku rojnameya “Şerq-Ewset” belavkiriye, Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê daye zanîn ku di rojên bê de 76 kesên paye bilin ên Îraqê, di rêzbebnda baykotên xwe zêde bike.

Herwisa wî rojnameyê daye zanîn ku, ew 76 kesene bi sebeba alîkarîkirin digel rejîma Îranê, yê bêne baykot kirin.

Her di vê pêwendiyê de, roja Çarşemî 22`ê Cozerdana 1398`an(12`ê Hezîrana 2019`an), Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê, kompaniyeke Îraqî û Du berpirsên wê Kompaniyê yên bi navên “Ebdul Hemîd-Se`idî û Salih-Hesenî, û kompaniya bi navê “Menabi`ê Sirwet-Cinûb”ê, bi sedema alîkarîkirina digel Spaha Pasdarana terorîst a Îranê, baykot kirine.

Piştî baykot kirina wan kesan ji aliyê Amerîkayê ve, piraniya berpirsên paye bilind ên Îraqê û kesên din ên Îraqê, ên nêzî rejîma Îranê li tirsa vê yekê ku Amerîka pereyê wan di bankan de bilok bike, dest avêtine bi deranîna perên xwe di bankên Îraqê de û parên xwe bo Îranê vediguhezîn in.