Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka dixwaze ku asta kirîna nefta Îranê bigihîje sifrê

18:09 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Wezîrê Xizînedariya Amerîkayê ragehand ku wan daxwaz ji welatên kiryarê nefta Îranê kiriye, ku dibe pêbendî tehrîmên li ser rejîma Îranê bin.

Wezîrê Xizînedariya Amerîkayê “Istîwin Minûçîn” ragehand ku bona nemana gumanan li ser siyaseta dewleta Trump ew dibêjin ku renge ew derfetekê bidin hinek welatan ku derengtir dest ji kirîna nefta Îranê hilgirin, jiber ku renge wan ew amadeyî nebe ku di dema xwe dest ji kirîna nefta Îranê hilgirin, heta ku ew bedîlekê bo kirîna neftê bo wan welatan peyda dikin. 

Wezîrê Xizînedariya Amerîkayê got, ku em dixwazin ku kirîna nefta rejîma Îranê bigihîje sifrê, lê em rewşa hinek welatan jî berçav digrin.  Herçend di hember de hinek ji siyasetvanên Amerîkayê ragehandibûn ku ew nahêlin tu welatek bi tu awayî neftê ji rejîma Îranê bikire.

Nûçegihaniay “Royterz”ê radigehîne ku dewleta Amerîkayê dixwaze ku ji meha Novamberê ve dawiyê bi kirîna nefta Îranê di asta navneteweyî de bîne. Qutbûna nefta Îranê yek  ji wan tehrîman e ku Trump piştî derketina Amerîkayê ji lihevkirina navikî pêşbînî kiribû.

Wezîrê Xizînedariya Amerîkayê ragehandiye ku ewê mijara tehrîmên li ser rejîma Îranê di civîna wezîrên Darayî û welatên G20 de, digel welatên din bas bike. Ew civîn di rojên 19-22 vê mehê di “Boynis Ayrisê” de wê bi rê ve here.

 Wî daxwaz ji hemû hevalbendên xwe kir, ku piştgiriya siyasetên wan ên derheq tehrîman li ser Îranê de bikin.