Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Em tu welatekî din ji dorpêçan mi`af ankin

16:55 - 13 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Amerîkayê ragehandiye di bernameya karê wan de nîne, ku welatekî din jî bi wan welatan ve zêde bikin, ku ji dorpêçkirina Îranê mu`af bûne.

“Brian H. Hook” nûnerê taybet  ê Wezareta Karê Derve a Amerîkayê ragehandiye ku Amerîka dixwaze ku dahatên rejîma Îranê asteng bike, û di vê derheqê de tu welatekî ji dorpêçan mu`af nake.  

Digel destpşkirina dewra duyem ya tehrîmanê di 5`ê Novembera sala 2018`an de, Amerîkayê welatên Çîn, Hind, Japon, û Kureya Başûr ji dorpêçan mu`af kir.

“Brian H. Hook” nûnerê taybet  ê Wezareta Karê Derve a Amerîkayê her wisa ragehand: Rejîma Îranê zêdetir ji berê dizane ku di encama tehrîman de ratsî îzolebûna aborî hatiye, û em dixwazin zêdetir ji berê vê rejîmê îzole bikin û çavkaniya dahatên wê bibirînin. Niha %80 ji çavkaniyên dahata rejîma Îranê hinartina neftê ye, û ew welatê hejmar yek in di piştevaniya ji terorîzmê de. Em dixwazin ku vê rejîmê bêpar bikin ji wan pereyên ku bi dets tîne.

“Brian H. Hook” nûnerê taybet  ê Wezareta Karê Derve a Amerîkayê herwisa ragehand ku rejîma Îranê bi bê zext û givaşê venagere ser maseya diyalogê, û em jî lihevkirineke baş dixwazin, lê di vê navberê de, Îranê ji milyardan Dolarî dibe em bêpar bikin.