Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka givaşên pitir dixe ser rejîma Îranê

11:54 - 5 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Amerîka bona zaniyariyên zêde li derheq çavkaniyên malî ên Spaha Pasdaran bidest bixe, xelat diyarî kir.

Dewleta Amerîkayê li hemberî vergirtina her zaniyariyekê, di pêxema herifandina çavkaniyên malî yên Spaha Pastaran de, 15 milyon dolar wekî xelat diyarî kiriye.

Ji aliyek din ve jî, roja Çarşemî 13`ê Xermanan, Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê daye zanîn ku, toreke gemiyên neftkêş ku rejîma Îranê bo veguhastina neft û piştevanî ji Spaha Qudis a taya Spaha Pasdaran li derveyê welat dike, tehrîm kir.

Di vê derheqê de, nûnerê taybet yê Amerîkayê di karûnbarê Îranê de, “Brayan Hok” gotiye: Givaşên me dê ser Îranê zêdetir bin, her lewma ku em vê tora veguhasina neftê ku li xizmeta terorîzmê de ye, dixne di nava dorpêçên xwe de.

Dorpêçên nû yên Amerîkayê bo ser rejîma Îranê, 16 kompaniya û 10 kes ku yek ji wan Rostem Qasimî Wezîrê nefta rejîmê ye, ber dikevin.

Her di vê derheqê de, Serkomarê Amerîkayê “Donald Tiramp” jî ragihand ku, zêdebarî ewê ku em dizanin rewşa Xelkê Îranê xirape, lê em bi tu awayekî dorpêçan aborî li ser Îranê ranakin.