Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Her welatek ku nefta Îranê bikire dê rastê cezayê me bê

13:05 - 9 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Amerîka hişdarî da hemû aliyekê ku her welatek nefta Îranê bikire dê bikeve ber cezayê tûnd û dorpêçên me.

Roja Yekşemî 17`ê Xermanan, “Sîgal Mendilkêr” cihgira Wezîrê Xezînedarî ya Amerîka got: Em daxwazê ji hemû aliyekê dikin ku ti welatek nefta Îranê nekirin.

Desthilatdarê Wezareta derve ya Amerîkayê dibêjin ku, wan Kempeynek ji bo givaşên pitir bo ser rejîma Îranê pêk aniye ku, her welatek neftê ji Îranê bikire, yan miamilê digel Spaha Pastaran a terorîsat bike, dê rastê cezayê tûn ê Amerîkayê bê.

Wê berpirsê daye zanîn ku, pêka zaniyariyên meha derbasbûyî, tenê Çîn, Tirkiye û Sûriyê neft ji Îranê kirîne, hemû nefta ku Îranê kariye bifiroşe tenê 160 hezar bermîl bûye.

Bi hegera danûistandina digel rejîma Îranê, di heyamê derbasbûyî de, zaf alî restê dorpêçên Amerîkayê hatine, û pere û serweta wan kîderê be hatiye bilukekirin.