Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka hewl dide Petroşîmiya Îranê tehrîm bike

13:19 - 3 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Dewleta Amerîkayê mejûlî vekolîna zêdekirina dorpêçan li dijî rejîma Îranê ye.

 Roja Pêncşemî 12`ê Banemer(2`ê Gulan)ê rojnameya “Wall Street”di raporekê de eşkere kiriye ku,  Amerîka dixwaze berhemên petroşîmiya rejîma Îranê yên ku bo welatên Efxansitan û mi`aleyên malî yên li “Singapore û Malaysia” tên şandin tehrîm bike, û givaşên nû  yên Dolar li dijî rejîma Îranê rabigehîne, da ku destpêragihîştina  vê rejîmê bo bazarên cîhanê dijwatir be.

Givaşên nû yên Amerîkayê yên li dijî Îranê di demekê de ne ku, çend rojan berî niha nefta Îranê bi awayekî tewav kete bin dorpêçan û êdî tu bikireke nefta Îranê nikare mi`amileyên xwe yên digel Îranê berdewam bike.

Pîşeya petroşîmiyê yek ji dahatên serekiye bo rejîma Îranê, rejîma Îranê bi darêtina bernameyan heya sala 2021`an nêzîkî 36 milyard Dolar pere ji riya Pêtroşîmiyê wê dahat hebe.

Dahata rejîma Îranê li Petroşîmiyê li sala 2015`an, nêzîkî 19 milyard Dolar bûye.

Li gorî vê raporê Amerîkayê hin berpirsên xwe li welatên wekî “Singapore, Malaysia û Hindê” cihgîr kirine da ku, agehdarê kiryarên dorlêdana dorpêçên lidijî Îranê bin.

 Herwisa Amerîka li ser çalakiyên malî yên “Singapore r, Malaysia, United Arab Emirates û Armenia” wê çavdêriyê bike.

Danîna mercên wiha bo rejîma Îranê ji aliyê Amerîkayê ve, pêşgiritna rejîma Îranê ji piştevankirin li terorîzm dev berdan ji encamdana kiryarên terorîstî li herêmê, wekî piştevanîkirin li Hizbulaha Lubnan û destêverdan di karûbarên welatên herêmê de.

Amerîkayê di destpêka sala 1398`an de, Spaha Pasdarana rejîma Îslamî ya Îranê, xiste nav rêzbenda girûpên terorîsît, û ev yekemîn car bo ku Amerîkayê hêzeke leşkerî ya welatekê li kêlega girûpên terorîstî yên wekî El-Qa`îde û DAÎŞê daniye.