Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka ji peymana mûşekî ya sala 1987`an vedikişe

11:39 - 22 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Serkomarê Amerîkayê di gotûbêjekê de ragehand ku ev ji peymana mûşekî ya sala 1987`an ya digel Rûyayê, wê vekişe.

Herwisa serkomarê Amerîkayê roja Şemî 20`ê Çiriya Pêşîn da xuyakirin ku, em ji Rûsiyayê re  îzin nad in da ku çakaliyên mûşekî yên xwe berdewam bike, dema ku em bixwe ji wî mafî bêpar dikin.

Peymana pêşîgirtin ji çêkirina mûşekên navikî yên dorhavêj yên (ANF) ku di sala 1987`an de, û di navbera “Washington” û Şoreviya berê ya Sosyalistî de hatibo vajo kirin û serkomarê wê serdemî “Ronald Reygan” serkomarê Amerîkayê û “Mixail Gorbachof” rêberê Şorewiya berê ev peymana vajo kiribûn.

Serkomarê Amerîkyê dibêje ku Rûsyayê  ev peymana, bi cerbandina  nifşa nû ya  mûşekên xwe binpê kiriye.

Ev peymana pêşî ji çêkirin û ceribandina mûşekên kurtmevda yên heya 500Km û dorhavêj yên heya 5500 Km digire.

Herwisa rojnameya “New York Timse” ê jî di raporteke xwe de nivîsiye ku, Amerîka wê ji vê peymanê vekişe, çimku berbestike li hember pêşîgirtina hebûna zêde ya leşkerî a welatê Çînê, di Rojhilata Navîn de.

 Welatê Çînê, ev peymana di navbera “Moscow” û “Washington”ê  ya sala 1987`an vajo nekiriye, û bi bê tu şert û mercekî dikare di çêkirin û cerbandina mûşekên navikî yên xwe de berdewam bike.