Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka peykera pêşmerge di nav welatê xwe de dadinê

11:12 - 6 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Bo rêzgirtin ji qehremantiya pêşmerge û xebat û têkoşîna wan; Biryar wisa ye ku li bajarê “New York” a Amerîkayê peykereke pêşmerge bê danîn.

Li gorî raportên belavbûyî, di civîneke navdewletî de, wekî emegnasiyê derheq rola pêşmerge di şerê li dijî “DAÎŞ”ê de, biryar ye ku, li bajarê “New York”ê de, şaredariya wî bajarî rê bo danîna pêykereke pêşmerge bide.

“Bernard-Henri Lévy” bîrmend û felesofî Fransî gotiye ku: “Yek ji pirojeyên saziya me danîna pêykerekê di nav qadên bajarê “New York”ê de ye, bo rêzgirtin ji pêşmerge ku li pêxema Rojava, Amerîka û Ewropayê de jiyana xwe ji dest dane”.

Di vê civînê de, pirsa giştpirsiya  serbixweiya Kurdistana Başûr û rewşa deverê hate nirxandin, ku hejmarek bîrmend, pêspor û zanayên derheq karûbarên Rojhilata Navîn de beşdar bûn.

“Thomas Kaplan” yek ji miyarderên Amerîkayê, daxwaz kiriye da ku Amerîka pişta Kurdan ber nede û dibêje ku, xweseriya Kurdistanê di berjewendiyên Amerîka de wê bibe.

Pêşmerge peyveke Kurdî ye bo xebatkarên nîştimanê bi kar tînin, û peyveke bi wateya “ewên ku mirina xwe pêş hemû tiştî de, li pêxema parastina nîştiman de dadinên” û naveke  ku tenê di nav çand û zimanê Kurdî de ye û li tun ziman û çandeke din yê cîhanê de nehatiye wergirtin.

Ev nava bo yekem car di komara Kurdistanê de li sala 1946`an de hatiye bi kar anîn.