Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Birîtaniya hevalbendiyê pêk tîn in

16:45 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Amerîka dixwaze di hefteya bê de û bi alîkariya hevalbendên xwe, hevalbendiyeke leşkerî di deverê de pêk bînin.

Nûçeya pêkanîna wê hevalbendiyê pey li pey wê hate gorê ku Birîtaniya bi fermî hêzên deryayî ên Spaha Pasdarana terorîst a rejîma Îranê bi hewldan bo pêşîgirtina gemiyeke neftkêş a Birîtaniyayê tawanbar kir.

“General Mayik Mayilî”, di komîteya hêzên çekdar ê meclîsa Sêna de, li derheq ew hevalbendiye tekezkiriye ku ew piştevaniye, gemiyên bazerganî jî, jixwe ve digre.

“General Cozêf Danford”, berpirsê Stada fermandehiya hevpar a artêşa Amerîkayê, pêkanîna wê hevalbendiyê bo alxahînbûn li azadiya navên ku di geviya hurmozê de ne, daye zanîn.

Nûsîngeha serokwezîranê Birîtaniyayê jî, behsa vê yekê kiriye ku, destpêka civîna Birîtaniya û Amerîka, pêwendî bi gefên wê dawiyê ku li ser kendavê ne heye.

Berê jî Amerîka û Birîtaniyayê bo pêkanîna hevalbendiyeke leşkerî, pilan û bernameyeke zêde darêtine, merema sereke a wan welatane li pêkanîna hevalbendî wiha ye ku, bo pêşîgirtin li zêdexwaziya rejîma Îran û nemaze hêzên deriyayî ên girêdayî Spaha Pasdaran a terorîs di ser kendavê de bigrin, çimkî berê jî rejîma Îranê çendîn caran gefa daxistan geviya hurmoz li welatên bihêz ên cîhanê xwaribû.