Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Îsra`îlê desteyeke hevpar li dijî rejîma Îranê pêk anîne

19:09 - 18 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Rayadarên Amerîka û Îsra`îlî bi merema kontrolkirin û çavdêrîkirina li ser dorpêçên aborî yên li dijî rejîma Îranê, desteyeke hevpar pêk tînin.

Li gora raporên belavbûyî, rayadarên Amerîka û Îsra`îlê ji bo xatircemîbûna ji cîbicîkirina dorpêçên li dijî rejîma Îranê yên ku hatine pejirandin, desteyeke hevpar pêk anîne, û ev du welat givaşên zêde dixine ser rejîma Îranê.

Armanca pêkanîna komîteyeke hevpar ya di navbera van du welatan de vedigere ser vê ku, ew dixwazin welatên cîhanê  derheqê van dorpêçên aborî ku piştî vekşiyana Amerîkayê ji Bercamê li dijî Îranê hatine pejirandin, haydar bikin.

Ev komîteya hevpar ji aliyê berpirsên Wezareta Darayî ya Îsra`îlê, di Amerîkayê de pêk hatiye.

Amerîka û Îsraîl di demên berê de jî derheqê çavdêriya li ser dorpêçên  ku li dijî rejîma Îranê hatine pejirandin bi hev re hevkar bûn, ku di vê derheqê de, di sala 2013`an di navbera van du welatan, kargirûpeke hevpar ji bo çavdêriya dorpêçên aborî yên ku li dijî rejîma Îranê hatine pejirandin pêk hatibû.

Nûçegihaniya “Asociatpress” di meha Xakelêweya sala derbazbûyî di “Washington”ê de ragehand ku, piroje yasayek di “AIPAC”ê de dixwaze ku, dorpêçên aborî bixe ser sîstema aborî ya navneteweyî ya kompaniyayên Îran û kompaniyên biyanî yên ku pêwendîdar bi bernameya mûşekî ya rejîma Îslamî a Îranê ne, û ev bankên ku hevkariya van dikin, û herwiha kesên pêwendîdar bi bernameyên balistîk yên rejîma Îslamî a Îran û bazrganên hevpar ên wan jî dikevin ber dorpêçan.

Ji sala 2009`an ve ku dorpêçên aborî yên Amerîkayê, li dijî rejîma Îranê hatine pejirandin, hejmarek zêde ji van kes û kompaniya û navendên neteweyî ku hewla alîkariya rejîma Îranê û dorlêdana dorpêçan dane, ji aliyê Amerîkayê ve hatine cezadan.