Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka û Tirkiye li ser herêmeke ewle rêketin

12:38 - 8 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Amerîka û Tirkiye li ser avakirina herêmeke ewle li bakûrê Sûrîyê civiyane û lihev hatin.

Balyozxaneyê Amerîkayê yê li bajarê Enqerê di daxuyanîyeke de ragihand ku, Amerîka û Tirkiye, li ser avakirina herêmeke ewle li bakûrê Sûrîyê civiyane û pêk hatin.

Amerîka Dibêje Ew digel Tirkîyê Hevbîre ku Herêma Ewle li Sûrîyê Ava Be.

Herdu alî li ser çend xalên wekî: “Dibe bilez bersîva pêngavên ku li pêş Tirkîyê ne yên derheq ewlekariyê bête dan, demûdest navendên operasyonê li nav Tirkîyê bêne avakirin ku rêvebirina damêzrandina herêma ewle ya hevbeş dest pê bikin û herêma ewle bibe riya aştîyane da ku xelkê Sûriyê ên penaber û derbider bikarin vegerine welatê xwe.

Her di wê derheqê de, Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, li hevdîtinên bi rayedarên eskerî yên Amerîkayê re bona wê ku li bakûrê Sûriyê bi Amerîkayê re bikarin herêma ewle ava bikin, û bihevre li ser çend xalan rêkevtin.