Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 3 Navendên Esmanî ên Îranê tehrîm kir

12:19 - 4 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Wezareta Xezînedarî ya Amerîka, 3 Navendên Esmanî-Hewayî, ên rejîma Îranê li rêzbenda baykotyên xwe zêde kir.

Roja Sêşemî 12`ê Xermanan, Wezareta Xezanedarî ya Amerîka ragihand ku, Saziya Fezayî, Lêkolîngeha Fezayî û ya Hewa û Feza ya Îranê xiste nava dorpêçên xwe ên aborî de.

Amerîkayê ragihand, ceribandinên mûşekî û gefên avêtina mûşekên dûravêj û guh nedana desthilatdarên Îranê bi hişdarî û daxwazên navneteweyî, bûne sebeb ku Amerîka Saziya Fezayî ya Îranê bixe nava rêzbenda tehrîmên xwe.

wezîrê derve yê Amerîkayê “Mayik Pompê`o” di vê derheqê de ragihand: Amerîka îznê nade rejîma Îranê ku li jêr navê bernamên Esmanî de, kar li ser bernama mûşekên Balistîk bike.