Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê berpirsekî Hizbûlah a terorîst baykot kir

11:44 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê daye zanîn ku, berpirsekî Hizbulah a terorîst baykot kiriye û bo peyda kirina wî 7 milyon dolar diyarî kir.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Înê 28`ê Pûşperê, Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê daye zanîn ku, Selman Re`uf Selman endamekî para leşkerî a Hizbûlaha terorîst a Lubnanê xiste nav rêzbendên xwe yê baykotan, û herwisa 7 milyon dolar xelat bo wan kesên ku cihê jiyan û zaniyariyên giştî li ser wî peyda bike diyarî kiriye.

Li gorî weşana daxûyaniya Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê, Selman Re`uf Selman, bi fermana Spaha Pasdaran a terorîst dest diavêje bi kiryarên terorîstî li derveyê welat, û herwisa di vê daxûyanê de hatiye ku, Selman Re`uf berpirsiyar û bername darêterê êrîşa li ser Navenda Yehûdiyan di Amiya ya Arjantînê de bûye.

Herwisa cihgera Wezîrê xezanedarî ya Amerîkayê “Sîgal Mêndilkêr” jî daye zanîn ku, Amerîka digel dewleta Arjantînê û digel hevalên xwe di sertaserê dever û cîhanê de alîkariyê dike, daku pêşî ji her çalakiyekî ku Hizbûlah li derheq kiryarên terorîstî ku rejîma Îranê ji wan re diyarî dike, bigrin.