Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê darayiya xamineyî û ofîsa wî baykot kir

11:12 - 25 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Serkomarê Amerîkayê komek baykotên nû li dijî rejîma Îranê pejirand ku têde darayiya rêberê rejîma Îranê û ofîsa wî jî jixwe ve digre.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Duşemî 24`ê Hezîrana 2019`an, Serkomarê Amerîkayê “Donald Trump” destûrek nû di koşika spî de wajo kir ku li gorî wî destûrê, darayiyên Xamineyî rêberê rejîma Îranê û ofîsa wî xistiye di nav rêzbendên baykotên xwe de.

roja Duşemî 24`ê Hezîranê, Serkomarê Amerîkayê “Donald Trump” di civîna rojnamevanî de got ku: Bi baykotkirina Xamineyî û ofîsa wî, destpêrwgihîştina Xamineyî bi hemû çavkaniyên malî re tê qutkirin, û herwisa navbirî got, rêberê komara Îslamî berpirsê hemû ajawegeriyên Îranê ye.

Navbirî di berdewamiya axavtinê xwe de got: Ez dikarim vê yekê bêjim ku em tu carî îzin nadin ku rejîma Îranê bombeya Navkî hebe, û rejîma Îranê dibe dawî bi piştevanîkirina terorîzmê di cîhanê de bîn e.

Ji aliyekî din ve jî, roja Duşemî 24`ê Hezîrana 2019, " Steven Mnuchin) " Wezîrê xezanedariya Amerîkayê, di civîneke rojnamevaniyê de daye zanîn ku, Washingtonê, 8 berpirsên Spaha Pasdarana terorîst a rejîma Îranê jî, di rêzbendên baykotên xwe zêde kiriye.

Herwisa navbirî di berdewamiya axavtinê xwe de got ku: Amerîka hefteya bê yê Mihemedcewad Zerîf jî, li rêzbendên baykotên xwe zêde bike.

Amerîkan piştî ku li sala 2018`an li lihevkirina bombeya Navkî wate (Bercamê) vekişiya, baykotên xwe li dijî rejîma Îranê zêde kiriye û nefta Îranê jî bigiştî ji aliyê Amerîkayê ve hatiye tehrîmkirin û herwisa Saziya Spaha Pasdaran a rejîma Îranê jî xiste nav rêzbendên reş yên saziyên terorîstî.