Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê girûpeke ser bi rejîma Îranê xiste nava rîzbenda terorîzmê de

18:15 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Amerîkayê girûpa “El-eştar” li Behreynê xiste nava rîzbenda girûpên terorîstî de, ku ji aliyê rejîma Îranê ve tê piştevanîkirin.

Li gora rapora nûçegihaniya “Reuters”ê di daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê de hatiye, ku ew girûpa di sala 2013`an de bi armanca sernixûniya deshilata Behreynê hatiye avakirin, û di dema xwe de bi bombeyan û çekên cur bi cur êrîşî ser polîsên Behreynê kiribû.

Vê daxuyaniyê zêde kiriye, ku girûpa gurdanên “El-eştar” çek û mewadên teqînê ên xwe, ji Îranê bi dest dixin.

Di vê daxuyaniyê de hatiye ku ew girûpa Behreynî kete nava rîzbenda saziyên terorîstî de, û ji aliyê Saziya Malî ya Amerîkayê ve jî dikeve ber tehrîman.

Rejîma Îranê ku bi sedan û hezaran belge li ser desthebûna wê di karên terorîstî û piştgiriya terorîzmê de heye, û her carê belgeyeke nû li ser van kiryarên wê eşkere dibin, berdewam radigehîne ku ew qurbaniyê terorê ye, û destêwerdana di nava karûbarên welatên din de, bona piştgiriya ji zulmlêkiriyan e. Lê wisa diyare ku ew siyaseta wê, di demeke ne hinde dûr de, wê serê wê bixwe, û dawiyê bi temenê nehs û biyom yê wê bîne.