Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê hikûmeta Çînê ji “Parsa Başûr” vekişand

12:23 - 13 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Amerîkayê ew qas zext xiste ser Çînê, heta ku ew ji şirketa “Parsa Başûr” a Îranê vekişand.

Şirketa Millî ya Nefta Çînê ragehand ku amade nîne di pirojeya bikaranîna faza 11 ya “Parsa Başûr” a Îranê de sermayegzariyê bike. Sedema derketina vê şirketê  ji pirojeya “Parsa Başûr” zextên Amerîkayê hatiye ragehandin. Şirketa Firansî ya “Total”ê jî pêştir ji vê pirojeyê vekişiyabû.

Nûçegihaniya “Routers” ji zimanê du çavkaniyên Çînî ên nasyar digel stratejî û karê vê şirketê ragehandiye ku berpirsên vê şirketê li jêr zexta Amerîkayê de neçar mane ku biryareke weha bidin.

Çavkaniyeke din ragehandiye ku: Pêwendiya digel Amerêkayê ji Çînê re gellek girîng e. Lewra Şirketa Millî ya Nefta Çînê, ku şirketeke dewletî ye, bêguman wê xwe dûr bigre, ji her biryarekê, ku derbê li pêwendiyên tîcarî ên di navbera Amerîka û Çînê bide.

Amerîkayê dîsan di vê derheqê de hişdarî daye ku nabe kiryarên nefta Îranê berdewam bin li ser kirîna neftê ji Îranê.

Li gora rapora “Spotnick”ê, hevkara alîkara Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê  “Sandra Oudkirk” ragehand: Hemû ew welatên ku neft ji Îranê dikirîn, dibe bilez vekêşin, hekî wisa nekin, ewê bi xwe jî rastî dorpêçên aborî bên. Jiber ku ya niha me dest pê kiriye, destpêka dorpêçan e, û biryara dawiyê nine. Em dixwazin di dawiyê de, şandina nefta Îranê bigehînin asta sifrê. Hemû kirarên nefta Îranê dibe bilez xwe ji Îranê dûpr bixin.