Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê lêborîna terhîmên derheq navikiya Îranê berdewam nekir

12:24 - 4 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Amerîkayê lêborîna tehrîmên lidijî navikiya rejîma Îranê, yên derheq alîkariyên navikî yên Yekîtiya Ewropa, Çîn û Rûsiyayê yên digel Îranê berdewam nekir.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê “Mike Pompeo” sînordarkirina zêdetir ya rejîma Îranê, parek ji givaşên Amerîkayê yên li dijî vê rejîmê da destnîşankirin.

Herwisa Pompeo got: Rejîma Îranê dibe berfirehkirina çalakiyên xwe yên hestiyar yên derheq mehandina Uranyomê bide sekinandin û got piştevanîkirin ji çalakiyên wiha ji aliyê me ne cihê erêkirinê ye.

Di heyama mehên derbazbûy de, Amerîkayê bo welatên wekî:”Taywan, Hind, Japon, Koreya Başûr,  Tirkiye, Yûnan û Îtaliya”,  bo kirîna neftê li Îranê hin lêborîn berçav girtibûn, lê, li gera niha tenê lêborînên derheq vegihastina ava zêde bo Umanê û mi`mileya Uranyûma mehandî digel kêyka zerd berdewam nekiriye.

Dorpêçên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê, yek alî ne, lê, pirranyia kompaniyayên derve li tirsa jidest dana pêwendiyên malî û bazirganî yên digel Amerîkayê, ji van dorpêçan pêrewî dikin.

Dorpêçên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê, piştî vekişiyana Amerîkayê ji lihevkirina navikî (Bercam)ê bo givaşxistin li ser dîktatorên rejîmê di du geran de hatine rêkxisitin, hin navendên girêdaiy rejîmê û herwisa berpirsên terorîst yên rejîmê ketine bin van tehrîman ku yek ji van Spaha Pasdaran bû, Dunald Tramp serkomarê wî welatî di biryarekê de, ev sazî xiste nav rêzbenda saziyên terorîstî de.