Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê sermayedarekî Lubnanê tehrîm kir

12:24 - 7 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Wezareta Xezanedarî ya Amerîkayê, sermayedarekî Lubnanî bi sebeba piştevanîkirin li Hizbûlaha terorîst û pêwendî digel Spaha Pasdaran a terorîst, tehrîm kir.

Pêka zaniyariyên ku roja Sêşemî 15`ê Pûşperê, malpera Wezareta Xwezînedarî ya Amerîkayê belav kiriye, Fadî Husên Serhan, xwediyê çendîn avahî û kompanî di bajarê Biyrut û bajarên din ên Lubnanê de, bi sebeba piştevanîkirin li Hizbûlaha terorîst û pêwendî digel Spaha Pasdaran a terorîst, li rêzbendên tehrîmên xwe zêde kir.

Ew sermayedarê Lubnanî, xwedê çendîn kompaniyayên wekî, “Kompaniya radiyo û televîziyon a (VATECH SARL), kompaniya elekteronîkî (LE-HUA) û çendîn kopmaniyayên din e.

Amerîka Hizbûlaha terorîs a Lubnanê, girûpeke terorîst daye naskirin, û ew girûpe terorîste û kesên girêdayî wî girûpê û ew kesên ku alîkariya wî girûpa terorîst dikin tehrîm dike.