Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Angela Merkell” nîgeraniya xwe li hemberî çalakiyên leşkerî yên rejîma Îranê nîşan da

18:32 - 5 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Serokwezîra Almaniyayê piştî hevdîtina digel hemkofê xwe yê Îsra`îlî, li hemberî çalakiyên leşkerî yên rejîma Tehranê di herêma Rojhilata Navîn de, nigeraniya xwe anî ziman.

 “Benjamin Netanyahu” roja Duşemî 4`ê Hezîrana 2018`an, di bajarê Berlîn a paytexta Almaniyayê de digel “Angela Angela Merkell” civîn pêk anî.

Piştî vê civînê, “Angela Merkell” di civîneke rojnamevanî de,  çalakiyên leşkerî yên rejîma Îranê di herêma Rojhilata Navîn de, metirsîdar da zanîn, û “Benjamin Netanyahu” jî  di vê civînê de zêdebûna hejmonî û destêverdanên şerxwazane yên rejîma Îranê  yê di nav karûbarên welatên herêma Rojhilata Navîn de,  ji bo vêdedana beşek ji dorpêçên navdewletî yên li dijî Îranê ragehan.

“Benjamin Netanyahu” di beşeke din a axavtinên xwe de got ku: “Di egera nemana dorpêçên navdewletî yên li dijî rejîma Tehranê, ew rejîma wê destên wê bigihîje perê zêde, û ev jî vî pereyî hemiyê ji bo alîkariya terorîstan û piştevaniya tundrevên binajoxaz dişîne.

Navbirî herwisa ragehandiye ku: “Rejîma Îranê ji bilî hêzên Spaha Pasdaran, kariye18 hezar hevwelatiyên Sûriyê yên şî`e meseb ji bo  berjewendiyên xwe di vî welatî de rêk bixe, û serbarê zêdekirina van hêzane, hewla zêdekirina 80 hezar kesên din jî di mejiyê van de ye.

Xomênî û herwisa Xamineyî rêberên rejîma Îranê, di demên berê de bas ji wê kiribûn ku, Îsra`îl şêrpnece ye, û hewce ye ku bilez li ser gerdûnê vêde biçe.