Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Antonio Guterres” bi tundî rexne li Hizbullaha Lubnanê girt

18:05 - 22 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Sekreterê giştî yê NY daxwaz ji Hizbullaha Lubnanê kiriye, ku çalakiyên leşkerî yên xwe,  çi yên di navxweyî Lubnanê de, çi jî yên di welatên din yên di deverê de, bi taybet yên di Sûriyê de bisekinîne û dawî pê bîne.

Li gora rapora nûçeygihaniya “Associated Press”ê, “Antonio Guterres”, sekreterê giştî yê saziya NY ji dewlet û artêşa Lubnanên daxwaz kiriye ku, hemû hewla xwe bide da ku pêşî ji çekdarbûn û çalakiyên têkderane yên Hizbullaha Lubnanê bigire.

Herwisa navbirî ragehandiye ku: “Hizbullaha Lubnanê bi kiryarên xwe, biryarnameya sala 2004`an a Şêvra Ewlehiyê û daxuyaniya (Tyêf) binpê dike”.

Daxuyanînameya sala 2004`an, derheqê bêçekkirina hemû milîşên Lubnanê, û lihevkirinnameya Tayfê jî, derheqê dawî anîn bi şerê 15 sale yê navxweyî yê Lubnanê ye.

“Antonio Guterres” gotiye ku: Di welatekî demokratîk de, eva natebahiyeke mezin e ku partiyeke siyasî taya çekdarî hebe, tayek ku pêbend bi yasayên demokratîk yên welatê xwe nine, lê ev hêza heye ku berdewam welatê xwe rastî arîşe û şer bike.

Rejîma Îranê serekîtirîn piştevanê Hizbullaha Lubnanê ye, û “Antonio Guterres” jî bi bê vê ku navê welatekî bîne, ji hemû evên ku piştevanên Hizbullahê ne, daxwaz kiriye ku, heta di asta bêçekkirina yekcarî a vê girûpê, alîkarê hikûmet û artêşa Lubnanên bin.

Tenê çend demimêran piştî axavtinên “Antonio Guterres”, “Mik Pompeo” Wezîrê Karûbarên Derve yên Amerîkayê jî ragehand ku: “Em di seranserê cîhanê de bi rengekî berdewam li pey destûpêwendiyên Îranê û Hizbullaha Lubnanê ne, da ku wan peyda bikin û ji nav bibin”.