Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Armanca me

22:58 - 6 Gulan 2017

Kerîm Perwîzî

“Em ku dilê me nedihat, em bibin xwediyê çapxanê û întişaratê, eva bi yarmetiya Xwedê, nameya Kurdistanê hate danîn, û yekem hejmara wê hate belav kirin, ew nameya ji aliyê Hizba Demokrata Kurdistanê ve belav dibe, û dixwaze ku kelha hesinîn ji îtihad û biratiyê berhem bîne, ku bingeha wê li ser zanist û huner û leşsaxiyê hatibe danîn, û bikare digel lehiya duberekiyê û her cure exlaqekê ku zirarê bigehîne serbestiyê,rikberiyê bike, û hêviya me ew e ku ew kelha ku em dixwazin qahîm bikin, wisa bihêz be, ku tu hêzek nekare berêkaniyê digel de bike”.

Seyîd Mihemed Hemîdî

Eva sergotara hejmara yekem ya rojnameya Kurdistanê ye ku roja 20.10.1324 (11.01.1946)’an, li Mehabadê hate belavkirin.

Ew kelha ku Hizba Ddemokrat ava kir, û bingeha wê danî, 70 sal e ku li ser piyan e, û ne tenê tirsa herifînê li ser nine, belku digel derbazbûna roj û meh û salan de, qahîmtir ji caran dibe kelha berxwedana ronakbîrî û hizrî û çave hişyar û tûj ê civaka Kurdistanê.

71 sal bi ser belavbûna yekem hejmara Kurdistan û 71 sal bi ser damezrandin û ragehandina Komara Kurdistanê re derbaz bûye, û ew hejmara Kurdistanê dibe hejmara 700. Di rastî de, hefsed qatên serwerî û xaneyên tomarkirina êş û azar û hezkirinên neteweyeke xebatkar, û xwedî îrade wek neteweya Kurd.

Rojnameya Kurdistanê her wekî li serxetên destpêkî ên bi pênûsa Seyîd Mihemed Husêniyê nemir de hatiye, bûye kelheke hesinîn, bo vê ku neteweyek xewnên serbestiyê tê de bibîne. Bona vê ku ew neteweya digel serdem de xwe organize bike, û ji emrazên serdem mifahê wergire, û kelhek ji yekrêzî, li ser bingeha zanist û huner û tendurustiya civakî ava bike.

Armanca rojnameya Kurdistanê

ew bû ku ziman rewan ê neteweyekê be, ku neyar dixwazin zimanê wê bihelînin. Armanc ew bûye ku pêşkevtin û zanista serdem û deskewta neteweyên din, bike zimanê neteweyî û neteweya Kurd jê aghedar bike. Arman ew bûye ku hem rêz ji hunerê bigre, û hem jî hunera Kurdistanê vegeşîne, û di vê pêxemê de, çi ji dest bihê, bixe ger. Armanc ew bû ku belavkerê exlaqeke paqij û medenî be ku civaka Kurdistanê dûr bixe ji zirarên civakî û nêzîk be ji serbestiya neteweyî û civakî.

Ewna armancên rojnameya Kurdistanê, ji destpêkê ve heya niha bi dirêjahiya 700 hejmarên vê rojnameyê û di ratsî de 700 qatên vê kelha hesinîn bûn, ku em dikarin wekî pirensîpên pirr buhagiran ên exlaq, û armanca ragehandina Kurdî bi nav bikin.

Bona serhevxistina van 700 qatan, bi dirêjahiya 71 salan, hezaran nivîser û ronakbîr û kadr û pêrsonelên fenî û têkoşerên taybet bi gehandina rojan

meya Kurdistanê bi destê evîndar û ogirên wê, ji bîra pêşkevtî ya xwe mifah wergirtine, û zehmet kêşane, û êş û azar dîtine, û xwêh rijandine, û heya di pêxema van armancan de jî şehîd bûne. Kêm nînin ew kesên ku bi tawana vê ku di berîka wan de, qeteke rojnameya Kurdistan hebûye, hatine girtin û îşkencekirin, û heya li jêr îşkenceyan de bi detsên celladên pehlewî û Wilayeta Feqîh hatine şehîdkirin.

Bi navê Desteya Nivîskaran û kargêrên rojnameya Kurdistan, em rêz ji hemû êş û azar û tekoşîna hemû wan kesan digrin, ku di heyama 71 salan û 700 hejmaran de, ew kelha hesinîn parastine, û ew kelh qahîm kirine.

Em hemû têkoşerên destpêkê, û ên piştre, û ên niha ên vê kelha mezin ya Kurdistanê, bi bîr tînin. Niha jî cuda ji hejamreke kêm ji pêşmergeyên nav açepera berxwedaniyê, bi dehan kesî li hemû cihekî cîhanê, alîkarê paratsin û vegeşîna vê kelhê ne.

Destê mendî ê hemiyan em digivişînin, û em pîrozbahiya hejmara 700 ji hemû kesî, li mêjûyê û li niha dikin, ku rola wan hebûye di qahîmkirina vê kelha hesinîn de.