Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Asime Cehangîr: Îdamkirin û binpêkirina mafê kêmaniyan di Îranê de berdewam e

14:10 - 26 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Reportera taybet ya mafê mirovan Asime Cehangîr di rapora xwe ya şeş mehên destpêka sala 2017`an de, ragehand ku ew nîgeranê îdaman di Îranê de, û binpêkirina mafê kêmaniyên olî di vî welatî de ye.

Asime Cehangîr ragehand ku di Îranê de îşkenceya derûnî û fîzîkî berdewam e. Birîna endamên leşê mirovan û heya derxistina çavê tawanbaran wekî qesas dirêjî heye. Girtî jî di rewşeke nebaş de ne, û alîkariyên pizişkî nagihîjin destên wan.

Derheq destbiserkirina rojnamevanan jî, wê ragehand: 12 rojnamevan û 14 çalakên torên civakî hatin destbiserkirin, û destbiserkirin û îşkence û dadgehîkirina kêmaniyên olî jî wê nîgeran dike. Derheq rewşa jinan jî di Îranê de, Asime Cehangîr ragehand ku mafê jinan di gellek biyavan de tê binpêkirin.

Di hember axavtinên Asime Cehangîr de, Mihemed Hesenînijad nûnerê rejîma Îranê, ew rapor siyasî xwend, û ragehand birêveçûna hilbijartina serkomariyê û şêvran di Îranê de, nîşana başbûna rewşa mafê mirovan e, û serkomar jî bi qewlên ku di warê parastina mafê mirovan de dane xelkê, kariye serkeve.

Navbirî ragehand ku wê demê ewê bihêlin reportera mafê mirovan serdana Îranê bike ku ji bo 192 welatên din jî biryarekî weha bihê dayîn.