Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Asta destfiroşên Îranî di herêma Kurdistanê de zêde bûye

12:14 - 30 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Bi sedema nebûna kar di Îranê de asta destfiroşî di herêma Kurdistanê de zêde bûye û kedkar û kasibkareke zêde rû li wî herêmê kiriye.

Kedkar û kasibkarên Îranê û nemaze yên Rojhilatê Kurdistanê roj bi roj rû li herêma Kurdistanê dikin. her di vê derheqê de Endamê Odeya Bazirganî Elî Şerîetî daye zanîn ku, di herêma Kurdistanê de piraniya xelkê Rojhilatê Kurdistanê di wî herêmê de mijûlê karin. Û  eve jî vê yekê nîşan dide ku rewşa maliya wan baş e.

Herwisa navbirî gotiye: Di Îranê de bi sedema vê yekê ku xelkek bîhanî bo geştyarî rû li Îran dike, me di gel kompaniyayên bîhanî rêkevtin wajo kiriye ku ji bo sermayeguzariyê bo geştiyariyê kedkarên bîhanî jî digel xwe hundirê welat bike.

axavtinên wî berpirsê di halekê deye ku bi sedema nebûna kar bo hevwelatiyên Îranî di welat de, xelk neçare ku rû li welatên cîran bike daku bikare bo xwedê kirina malbata xwe pareyekê der bîne.

Her bi wî sedemê jî welatiyên Rojhilatê bi sedema nebûna kar rû li Başûrê Kurdistanê dikin, û demjimêran di bin germayê de, li ser şeqaman dirûnên daku karek ji bo wan peyda bibe.