Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Asta telaqê di Kurdistanê de zêde bûye

11:48 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Di parêzgehê Urmiye û Sineyê de asta telaqê ber bi zêdebûnê ve diçe, û roj bi roj zêde dibe.

Birêveberê giştî ê kodika parêzgeha Urmiyê daye zanîn: Asta telaqê di parêzgeha Urmiyê de, roj lipey roj zêde dibe û asta zevacê jî roj bi roj kêm dibe, eve di demekê deye ku parêzgeha Urmiyê pileya 12 di Îranê de li warê zevicînê û li warê telaqê jî pileya 24`ê ye.

Ji aliyekê din ve jî, parêzgerê parêzgeha Sine Behmen Muradniya ragihandiye ku: Asta telaqê di parêzgehê Sine de zêde bûye û ewe jî cihê nigeraniyê ye.

Navbirî daye zanîn ku, ew ciwanên ku dizevicin dibe ji aliyê hikûmet û bankan ve bêne piştevanîkirin û wê meselê micid bigrin.

Berpirsên rejîmê hemû demekê basa alîkarîkirina ciwanan dikin, lê bi kiryar tu tiştek diyar nîne û tenê axavtinên bêçine dikin.

Bi sedema tunebûna kar û bêhêvî bûn li jiyanê piraniya ciwanan rû li welatên cîran dikin û daku bikarin jiyana xwe dabîn bikin, her bi wan sedeman jî, asta telqê rû li zêdebûn kiriye.