Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ava paşmayên bajarê Urmiyê tevlî ava gola wî bajarî dibe

11:35 - 20 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Ava paşmayên bajarê Urmiyê bi bê paqijikirin û pazonkirinê, tevlî ava gola wî bajarî dibe û her ev jî bûye sedema pirsgirêkên jîngehê.

Cêhgirê çavdêrî û berpirsê giştî yê îdareya Jîngehparêziyê yê parêzgeha Urmiyê Mêhran Nezerî Sultanehmedî, eşkerekiriye ku: %70 ava paşmayên bajêr piştî pazonkirinê tevlî ava gola wî bajarî dibe û %30 jî bi bê pazonmirin û paqijkirinê tevlî wê avê dibe.

herwisa wî berpirisê bajêr got, hemû ava paşmayên bajêr tevlî ava gola wî bajarî dibe lê, bi sebeba guhnedan û dabînnekirina îmkanatên pazonkirina ava paşmayên bajêr, %30 ew ava paşmayan bi bê paqijkirin û pazonkirinê tevlî ava golê dibe.

Her di vê pêwediyê de, di heyama çend rojên derbazbûyî de, berpirisên rejîmê yên di wî bajarî de, gotibûn ku, tu aveke bêpazonkirî û nepaqij tevlî ava gola Urmiyê nabe.

Ji aliyek din ve jî, ava paşmayî a kompaniyayên ku derdora wî golê ne, tevlî wî golê dibe.

Hêjayê base ye ku, di Gulana derbazbûyî de, jîndarên ku di wê golê de dijîn bi sedemên nediyar, rastî diyardeya jinavçûnê hatibûn, û berprisên îdareya Jîngehparêziya bajarê Urmiyê jî, tevlîbûna ava paşmayên bajêr bo ava wê golê înkar dikirin.