Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Averoyên gemar ên şehreka Pîşesazî a bajarê Urmiyê, bûye sebeba nerazîbûna welatiyan

11:48 - 7 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Averoyên gemar ên şehreka Pîşesazî ya faza 2 a ser bi bajarê Urmiyê, bicihê ku tevlî torên dapalandinê bibin, tevlî bax û rezên xelkê derdorên wî şehekê dibin û eve jî bûye sebeba nerazîbûna xelkê wî deverê.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera "Kurdistanmedia"yê, averoyên gemar ên şehreka Pîşesazî ya faza 2 a girêdayî bajarê Urmiyê, bicihê ku tevlî torên dapalandinê bibe, tevlî bax û rezên xelkê derdorên wî şarekê dibe, û eve jî bûye sebeba nerazîbûna xelkên derdorê wî pîşesaziyê.

Ew ava gemar çendîn nesaxiyên pîs li pey xwe anîne, û çendîn welatî bi sebeba wî ava gemar rastî nesaxiyên pêstî hatine.

Herwisa bi sedema bêhna pîs û nesaxiyên ku wê ava gemar li pey xwe aniye, xelkê çendîn gundên derdorê şehreka Pîşesazî doz vekirine, lê heya niha tu yek ji berpirsên rejîmê bersiva doza wan nedan e.

Ev ava gemar ji aliyekê zirarê digihîne çandiniya xelkê derdorê û ji aliyek din ve jî, rastê nesaxiyên pêstî tên, lê nizanin hawarên xwe bo kîjan demodezgehên rejîmê bibin, bo her aliyekê ve diçin tu bersiva wan nadin.