Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bahozên xwê ên gola Urmiyê gefê li canjiberan dixwe

13:25 - 1 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Bi sedema avakirina avbendên bê sînor li ser rêya çemên ku ava wan tevlî gola Urmiyê dibin, bû ye sedema vê yekê ku gula Urmiyê hişkbe û bahozên xwê ên gola gefê li canjiberan bixwe.

Rejîma Îranê li ser rêya rûbarên ku ava wan tevî gola Urmiyê dibin, destavête bi afirandina avbendan di parêzgeha Urmiyê de û nêzî 22 avbend hatine afirandin, û 8 ji wan avbendane mifah jê vergirtin. Ji aliyek din ve jî berpirsên rejîmê bi dizîve cewaza bîrên avê didane hin ji xelkê ku girêdayî wî rejîmê ne, û di derdora wê golê de nêzî 48 hezar bîrên xeyre yasayî hatine kolandin, û ew mijare bo sedema kêm bûna ava bin erdê a wê deverê.

Her di vê pêwendiyê de, bi sebeba hişkbûna ava gola Urmiyê û rabûna ba û bahozên bihêz ên xwê li deverê, xeynî ku gefê li xelkê deverê dixwe, belkû nesaxiyên wekî, pirsgirêkên henasekêşan û jidest dana ronahiya çavan li pey xwe heye.

Herwissa ew bahoze bûye sebeba jinavçûna hasla cotyaran jî, û zirareke berçav digihîne rez û baxên welatiyan.

Bi sedema kêm avî û rabûna bahozên xwê li wê deverê, ew rez û zeviyên derdorê golê, êdî wekî berê berhemên baş nadin.