Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Bicnûrdê li cihê çal kirina ziblan bê pare

13:19 - 16 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Çal kirina ziblan di çiyayên “Babamosa” a ser bi bajarê Bicnûrdê de, gefeke micide li ser jingeha wî bajarî.

Çal kirina zibil û paşmavên bajarê Bicnûrdê di çiyayên “Babamosayê Baqçiq” a wî bajarî de, bo xelkê gundên wî derdorê arîşeyên zêde li pey xwe hebûye û welatî rastî pirsgirêkên micid hatine.

Herwisa çal kirina wan ziblan gefeke li ser saxlemiya xelkê wî derdorê, û ew mijare di nav xelkê wî deverê de bûye sedema nerazîbûneke mezin.

Pêka gotina “Nûrulah Ezîmî” birêveberê giştî ê Saziya paşmavên Şaredariya bajarê Bicnûrdê, rojane 134 tun zibil û paşmav di nav bilindahiya çiyayên “Babamosa” de çal dikin.

Welatiyên gundê “Elîabad û Baqçiq” dibêjin, çalkirina wan ziblan, gefeke li ser ava jêr erd a wî derdorê.

Welatiyên wî bajarî heya niha çendîn caran bi wê sedemê nerizayertiyên xwe ji şaredariya bajarê Bicnûrdê re nîşan dane, lê heya niha tu bersivek ji wan re nehatiye dan.

Tinebûna bernameyek bo çal kirina paşmavên bajarê Bicnûrdê, çend salike ku welatiyên wî bajarî rastê pirsgirêkan hatine.