Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Kurdistanê pêşmerge himbêz kirin

19:24 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Hêza Pêşmergê Kurdistanê di doma kar û çalakiyên xwe de li bajarê Bane kombûn ji xelkê re girtin.

 Li gora agehdariya Navenda Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê, Hêza Pêşmergê Kurdistanê vê carê li Bane civîn ji xelkê re pêk anîn, û ji wan re bas ji “Rasan”ê, û armancên “Rasan”ê kirine, ku digel pêşwaziya germ ya xelkê berbirû bûne.

Di doma kar û çalakiyên Hêza Pêşmergê Kurdistanê, şeva 22`ê Pûşperê demjimêr 7`ê êvarê desteyek ji pêşmergeyên ser bi Hêza Pêşmergê Kurdistanê çûne nava bajarê Bane de, û li taxên “Binî Rizan” ya tenişta Qaberd digl xelkê hevdîtin pêk anîn, û digel pêşwaziya germ ya xelkê vî bajarî berbirû bûn, û bo heyama nêzî yek-du demjimêran di nava bajar de man, û piştre bi serkevtin ve dirêjî dane çalakiyên xwe.